DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Kûrtûmê HPG'î li gundê xwe hat definkirin

8 Îlon
13:13 2016

SÊRT (DÎHA) - Berham Kûrtûmê HPG'î yê di pevçûna li herêma Garisa de jiyana xwe ji dest da, li gundê xwe hat definkirin.

Cenazeyê Berhem Kûrtûm (Arif) ê HPG'î ku di 4'ê îlonê di pevçûna li herêma Garisa de jiayana xwe ji dest dabû, duh êvarî ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hat wergirtin. Cenaze ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin û li gel rêveberên MEYA-DER'ê, anîn gundê wî Zivzikê yê girêdayî navçeya Şêrwanê.

Li mizgefta gund piştî wecîbeyên olî cenazeyê Kûrtûm, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajêr, nûnerên rêxistinên sivîl jî di nav de ji aliyê gelek welatiyî ve li goristana gund hat definkirin.

Ji bo Kûrtûm, li gund konê şînê hat vedan.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN