Kûrtûmê HPG'î li gundê xwe hat definkirin 2016-09-08 13:13:25 SÊRT (DÎHA) - Berham Kûrtûmê HPG'î yê di pevçûna li herêma Garisa de jiyana xwe ji dest da, li gundê xwe hat definkirin. Cenazeyê Berhem Kûrtûm (Arif) ê HPG'î ku di 4'ê îlonê di pevçûna li herêma Garisa de jiayana xwe ji dest dabû, duh êvarî ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hat wergirtin. Cenaze ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin û li gel rêveberên MEYA-DER'ê, anîn gundê wî Zivzikê yê girêdayî navçeya Şêrwanê. Li mizgefta gund piştî wecîbeyên olî cenazeyê Kûrtûm, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajêr, nûnerên rêxistinên sivîl jî di nav de ji aliyê gelek welatiyî ve li goristana gund hat definkirin. Ji bo Kûrtûm, li gund konê şînê hat vedan. (red)