Girtî bo şirnexiyan tabloyên xwe xêz kirin
8 Îlon
13:05
2016
SÊRT (DÎHA) - Girtiyên li girtîgeha Sêweregê, ji bo şirnexiyên ji neçarî koçber bûbûn tablo xêz kirin û dê dahata tabloyan bo koçberan bê şandin.
Li girtîgeha Sêwerega Rihayê girtiyên PKK û PAJK'ê, ji bo şirnexiyên ku ji ber êrîşên hêzên dewletê ji neçarî koçber bûbûn 6 tablo amade kirin. Her 6 tablo bi daxwaza ku dê dahata wan bo malbatan bê şandin, ji Şaxa TÛHAD-DER'a Sêrtê re hatin verêkirin.
Dê komele ji bo firotina tabloyan, di rojên pêş de bernameyekê li dar bixe.
(red)