Girtî bo şirnexiyan tabloyên xwe xêz kirin 2016-09-08 13:05:44 SÊRT (DÎHA) - Girtiyên li girtîgeha Sêweregê, ji bo şirnexiyên ji neçarî koçber bûbûn tablo xêz kirin û dê dahata tabloyan bo koçberan bê şandin. Li girtîgeha Sêwerega Rihayê girtiyên PKK û PAJK'ê, ji bo şirnexiyên ku ji ber êrîşên hêzên dewletê ji neçarî koçber bûbûn 6 tablo amade kirin. Her 6 tablo bi daxwaza ku dê dahata wan bo malbatan bê şandin, ji Şaxa TÛHAD-DER'a Sêrtê re hatin verêkirin. Dê komele ji bo firotina tabloyan, di rojên pêş de bernameyekê li dar bixe. (red)