DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

3 kes li Wanê hatin girtin

8 Îlon
12:55 2016

WAN (DÎHA) - Endamê Meclîsa Şaredariya Şaxê Îdris Mantaş û 2 kesên din piştî 16 rojên binçavkirinê, bi hinceta "Endamê rêxistinê ne" hatin girtin.

Li Wanê kesên bi navê M.O. û F.S. ên ku ji zûv de ye di bin çavan de ne, piştî karên li muduriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadedayînên li dozgeriyê M.O. û F.S. bi tawanbariya "Endamê rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Li dadgehê derbareyê her 2 kesan de biryara girtinê hat dayîn û wan şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.

16 rojan di bin çavan de ma

Endamê Meclîsa Şaredariya Şaxê Îdrîs Mantaş jî, di 23'yê tebaxê de li navenda sûkê hatibû binçavkirin û piştî 16 rojên binçavkirinê ji Şaxa TEM'ê ya Wanê sewqî dozgeriyê hat kirin.

Piştî karên li dozgeriyê, Mantaş bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin û bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" hat girtin.

Mantaş, şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN