3 kes li Wanê hatin girtin 2016-09-08 12:55:19 WAN (DÎHA) - Endamê Meclîsa Şaredariya Şaxê Îdris Mantaş û 2 kesên din piştî 16 rojên binçavkirinê, bi hinceta "Endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Li Wanê kesên bi navê M.O. û F.S. ên ku ji zûv de ye di bin çavan de ne, piştî karên li muduriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadedayînên li dozgeriyê M.O. û F.S. bi tawanbariya "Endamê rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê derbareyê her 2 kesan de biryara girtinê hat dayîn û wan şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê. 16 rojan di bin çavan de ma Endamê Meclîsa Şaredariya Şaxê Îdrîs Mantaş jî, di 23'yê tebaxê de li navenda sûkê hatibû binçavkirin û piştî 16 rojên binçavkirinê ji Şaxa TEM'ê ya Wanê sewqî dozgeriyê hat kirin. Piştî karên li dozgeriyê, Mantaş bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin û bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" hat girtin. Mantaş, şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê. (red)