DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

‘Heta Birêz Ocalan azad nebe dê civak azad nebe’

 
8 Îlon
09:01 2016

AMED (DÎHA)- Berxwedêrên greva birçîbûnê ya bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk bê, hatiye destpêkirin diyar kirin ku heta Ocalan azad nebe civak jî azad nîne û wiha gotin: “Heta ku Birêz Ocalan azad bibe dê çalakiya me bidome.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ji aliyê KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê ve hatiye destpêkirin û siyasetmedar, hunermend, rojnameger, nivîskar, kedkar cih digirin di roja 4’emîn de ye. Berxwedêrên di grevê de diyar kirin ku azadiya Ocalan azadiya civakê ye û peyamên xwe parve kirin.
Enmada MYK a DBP’ê Gulîstan Şimşek: Azadiya Rêbertiyê beriya her tiştî azadiya jinan û hemû civakê ye. Heta ku em ji Rêbertiyê agahî bigirin dê çalakiya me bidome.

Derhêner Îbrahîm Yildirim: Huner bê îrade nabe, em xwedî li îradeya xwe derdikevin.
Endama KJA Elif Haran: Em ji ber tenduristî û ewlehiya Rêbertiyê bi fikar in. Divê hevdîtin pêk bê.
Rêveberê DBP’ê yê Huseyîn Çelîk: AzadiyaBirêz Ocalan azadiya hemû gelan e. Em bang li hemû kesan dikin ku xwedî li çalakiya me derkevin.

Endamê Komeleya 78’an Talat Emre: Birêz Ocalan ji bo azadiya gelê kurd li ber xwe dide. Em jî ji bo azadiya Ocalan di grevê de ne. Bê Serok jiyan nabe!

Endamê Komeleya 78’an Rifat Ronî: Birêz Ocalan rûmeta gelê Kurdistanê ye û em xwedî li rûmeta xwe derdikevin.
Rêveberê TUHAD-FED’ê Murat Doner: Heta Birêz Ocalan azad neba gel azad nabin. Em bang li hemû gelê kurd dikin ku xwedî li çalakiya me derkevin, piştgiriyê bidin.
Şanoger Berfîn Emektar: Huner bê îrade nabe em xwedî li îradeya xwe derdikevin û heta em ji îradeya xwe derkevin çalakiya xwe bi dawî nakin.

Endamê PM a DBP’ê Zekî Baran: Heta Rêbertî azad nebe em azad nabin.
Endamê PM a DBP’ê Zeynel Mat: Bê Serok jiyan nabe! Heta ku Rêbertî azad be û em jê agahî bigirin em çalakiya xwe bi dawî nakin.

(sa/



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN