‘Heta Birêz Ocalan azad nebe dê civak azad nebe’ 2016-09-08 09:01:00 AMED (DÎHA)- Berxwedêrên greva birçîbûnê ya bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk bê, hatiye destpêkirin diyar kirin ku heta Ocalan azad nebe civak jî azad nîne û wiha gotin: “Heta ku Birêz Ocalan azad bibe dê çalakiya me bidome.” Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ji aliyê KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê ve hatiye destpêkirin û siyasetmedar, hunermend, rojnameger, nivîskar, kedkar cih digirin di roja 4’emîn de ye. Berxwedêrên di grevê de diyar kirin ku azadiya Ocalan azadiya civakê ye û peyamên xwe parve kirin. Enmada MYK a DBP’ê Gulîstan Şimşek: Azadiya Rêbertiyê beriya her tiştî azadiya jinan û hemû civakê ye. Heta ku em ji Rêbertiyê agahî bigirin dê çalakiya me bidome. Derhêner Îbrahîm Yildirim: Huner bê îrade nabe, em xwedî li îradeya xwe derdikevin. Endama KJA Elif Haran: Em ji ber tenduristî û ewlehiya Rêbertiyê bi fikar in. Divê hevdîtin pêk bê. Rêveberê DBP’ê yê Huseyîn Çelîk: AzadiyaBirêz Ocalan azadiya hemû gelan e. Em bang li hemû kesan dikin ku xwedî li çalakiya me derkevin. Endamê Komeleya 78’an Talat Emre: Birêz Ocalan ji bo azadiya gelê kurd li ber xwe dide. Em jî ji bo azadiya Ocalan di grevê de ne. Bê Serok jiyan nabe! Endamê Komeleya 78’an Rifat Ronî: Birêz Ocalan rûmeta gelê Kurdistanê ye û em xwedî li rûmeta xwe derdikevin. Rêveberê TUHAD-FED’ê Murat Doner: Heta Birêz Ocalan azad neba gel azad nabin. Em bang li hemû gelê kurd dikin ku xwedî li çalakiya me derkevin, piştgiriyê bidin. Şanoger Berfîn Emektar: Huner bê îrade nabe em xwedî li îradeya xwe derdikevin û heta em ji îradeya xwe derkevin çalakiya xwe bi dawî nakin. Endamê PM a DBP’ê Zekî Baran: Heta Rêbertî azad nebe em azad nabin. Endamê PM a DBP’ê Zeynel Mat: Bê Serok jiyan nabe! Heta ku Rêbertî azad be û em jê agahî bigirin em çalakiya xwe bi dawî nakin. (sa/