DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Nûçegîhanên Rojnameya Evrenselê hatin binçavkirin

 
28 Îlon
12:52 2016

STENBOL (DÎHA) - Nûçegîhanên Rojnameya Evrenselê Eren Ergîne û Cûmalî Kaya, di dema şopandina nûçeyan de hatin binçavkirin.

Li Esenyûrta Stenbolê, malbateke ku bo erseya xwe doz vekiribûn diyarkiribûn ku li gel doz qezenc kirine jî, şaredarî qismek erseya wan desteserkiriye û îro danê sibehê têkildarî vê xwestin bo çapemeniyê daxuyaniyê bidin. Lê peywirdarên ewleyiyê yên şaredariyê û polîs destûra daxuyaniyê nedan û nûçegîhanên Rojnameya Evrenselê Eren Ergîne û Cûmalî Kaya yên ji bo şopandina nûçeyê hatin binçavkirin.

Nûçegîhan demeke dirêj li odeyeke avahiya şaredariyê hatin desteserkirin û her wiha Parêzer Gamzer Gokoglû ya ku xwest bi nûçegîhanan re hevdîtinê pêk bîne, daxwaza wê hat redkirin.

Piştî 3 saetan polîsan nûçegîhan birin qereqolê.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN