DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê kampanya

 
28 Îlon
11:20 2016

ENQERE (DÎHA) - Xwendekarên kurd ên Kampusa Cebeciyê ya Zanîngeha Enqereyê, feraseta dewletê ya ferzkiriniyî û perwerdehiya wê yî tekzimanî red kirin û ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.

Xwendekarên kurd ên ku polîtîkayên dewletê yên bi sala ne didomîne napejirînin û arasteyî vê li Kampusa Cebeciyê ya Zanîngeha Enqereyê, ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Xwendekarê Fakulteya Ragihandinê Hasan Koç dest nîşan kir ku ew feraseta tekzimaniyî ya ku bi sala ye hikûmet li wan ferz dike qebûl nakin û li dijî hemû polîtîkayên bişavtinê, ew dê dev ji daxwaza xwe yî perwerdehiya bi zimanê dayikê bernedin û wiha got, "Em dê bi awayekî zexmtir mafê xwe yî perwerdehiya bi zimanê dayikê biqîrin."

Koç dest nişan kir ku, ji bo kurdî bibe zimanê fermî ew li dibistan, zanîngehan û li her qadê li ber xwe didin, lê belê hikûmet tu carî bersiva van daxwazên wan nedaye û wiha got, "Xaka Kurdistanê, xakeke pirçandî ye û ji ber vê li gel hemû polîtîkayên bişavtinê jî gelê kurd ji zimanê xwe yî dayikê nebû û çanda xwe winda nekir. Wek her carê dê ev daxwaza me bidome û em dê tim vê daxwaza xwe bînin ziman."

‘Feraseteke tekzimanî tê ferzkirin'

Koç got, dewlet kurdî tehemûl nake û bi asîmlekirina kurdî tekzimaniyekê ferz dike. Koç ê ku got, "Ev ji bo gelekî ku nikare bi zimanê xwe bê perwerdekirin, nikare hunerê bike tiştekî zehmet e" wiha diyar kir, "Dê gelê kurd berxwedana xwe yî bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bidomîne."

‘Em dê mafê xwe yî perwerdehiya bi zimanê dayikê biqîrin'

Koç bang hemû xwendekarên zanîngehê û endamên hîndekariyê kir da piştevaniya kampanyaya wan î perwerdehiya bi zimanê dayikê bikin û wiha domand: "Kampanyaya ku hatiye destpêkirin, bêyî platformeke rêxistiniyî jî dibe. Em vê daxwazê wek îrade û veguherandina hêzekê dibînin. Em dê mafê xwe yî perwerdehiyê bi awayekî zexmtir biqîrin. Bi sale ye têkoşînek heye. Heta bi encam bibe em dê dengê xwe bilind bikin."

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN