Ji namzetên mamostetiyê pirsa, ‘Hûn çawa operayona Firatê dinirxînin’
ÎDRÎS YILMAZ
WAN (DİHA) – Li Erdîşê di mulakata girtina mamosteyan de pirsên balkêş ên wek “Hûn qet bi kesên xîanetê li welêt dikin re hevaltiyê bikin?, Operasyona Mertala Firatê çawa dinirxînin? û Pêvajoya 15 Tîrmehê ji bo we tê çi wate yê?” li namzetên mamosteyan kirin.
Li navçeya Erdîşê ya Wanê di mulakatên girtina mamosteyan de pirsên balkêş hatin pirsîn. Mulakat pêr li Mala Mamosteyan de pêk hat û 50 namzetên mamostetiyê ligel ji Fakulteya Perwerdehiyê qedandine jî neyînî bersiv girtin. Hat zanîn ku di mulakatan de pirsên wek “Hûn qet bi kesên xîanetê li welêt dikin re hevaltiyê bikin?, Operasyona Mertala Firatê çawa dinirxînin? û Pêvajoya 15 Tîrmehê ji bo we tê çi wate yê?” hatin pirsîn.
‘Hevdu sûcdar kirin’
Namzetê mamostetiyê yê bi navê Fevzî Deryal ku ji Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Pamukkaleyê qedandî ye destnîşan kir ku mulakatên pêk hatin şexsî bûn. Deryal da zanîn ku wan rewşê ji rayedarên perwerdehiyê re ragihandine û li ser vê Midurê Şaxa Perwerdehiyê Ahmet Talay bi helwesteke hişk gazî polîsan kiriye. Deryan diyar kir ku li cihê mezûnên fakulteya perwerdehiyê mezûnên fakulteya hilberînên avê û endezyariya çandê girtine kar û wiha axivî: “Me ev pirsgirêk ji kê re gotibe hemûyan navnîşaneke din nîşanî me dan. Dema me midur Talay re rewşê vegot jî Talay li me hêrs ket û bang li polîsan kir.”
‘Pirsên sosret li me kirin’
Mamosteyê bi navê Mehmet Taş jî got ku pirsên sosret li wan hatiye kirin û ev tişt gotin: “Di mulakatê de pirsên wek ‘Hûn qet bi kesên xîanetê li welêt dikin re hevaltiyê bikin?, Operasyona Mertala Firatê çawa dinirxînin? û Pêvajoya 15 Tîrmehê ji bo we tê çi wate yê?’ yên bi eleqeyek bi beşa me re tune ne li me pirsîn. Li cihê pirsên girêdayî perwerdehiyê pirsên siyasî li me kirin.” Taş got ku midurê perwerdehiya navçeyê li ser pirsa hinceta negirtina wan jî li wan hêrs ketine û wiha berdewam kir: “Me 87 pûan wergirt di ezmûnan de. Le ji ber hinceta ‘bêkêr’ me negirtin kar û bang li polîsn kirin.”
Here bizewice û di malê de rûnî!
Taş anî ziman ku midurê perwerdehiyê Talay li dijî mamosteyên jin jî gotinên zayendparêz bi kar aniye û wiha pê de çû: “Heqeret li hevalên me yên jin hatin kirin. Di mulakatan de gotinên wek ‘Biçin malên xwe rûnên, Ma hûn ê bibin mamoste dê çi bibe?”
‘Di destên me de agahiyên şênber hene’
Mamoste Murat Demir jî bi lêv kir ku di destên wan de agahiyên şênber hene û ew ê heya dawiyê li dijî bêhiûqiyê tê bikoşin.
‘Tiştên bi vî rengî nenivîsin’
Midurê perwerdehiyê ya Erdişê Ahmet Talay jî li ser mijarê îddiayan derewand û bi van gotinan xwe parast: “Ev gotinên şaş tînin ziman. Bi wan bawer nekin û tiştên bi vî rengî nenivîsin.”
(gka)