DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Okatan ji bo Ozgur Gundemê îfade da

 
27 Îlon
16:00 2016

STENBOL (DÎHA) - Koordînatora Ozgur Radyo Derya Okatan ku piştevanî dabû Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin, li Edliyeya Stenbolê îfade da dozger.

Koordînatora Ozgur Radyo Derya Okatan ku ji bo piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê di 21'ê Hezîranê de tev li "Nobeta Gerînendeya Giştî ya Weşanê" ya Rojnameya Ozgur Gundemê bû û bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" lepirsîn hat vekirin, îfade da dozgerê Komarê yê Stenbolê. Okatan, diyar kir ku nêzî 10 salin rojnamegeriyê dike û ji ber gelek doz li rojnameya Ozgur Gundemê vebûn piştevanî daye rojnameyê û tev li Nobeta Gerînendeya Giştî ya Weşanê" bûye. Okatan, anî ziman ku ew sucdariya der barê xwe de qebûl nake.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN