DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Xizmên xwe kir parazvanên xwe yê taybet!

26 Îlon
14:11 2016

AMED (DÎHA) - Hat hînbûn ku piştî hewledana darbeyê Midûrê Polîtîkayên Civakî û Malbatî ya Amedê Halît Açar ji xwe re du “Ewlekarê Taybet” ên ku xizmên wî ne ji bo parastina xwe girtiye kar û li gel xwe wezîfedar kiriye.

Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ya li Tirkiyê pêk hat şûn ve li saziyên dewletê bêbawerî û pênewletî didome. Li Amedê jî di nav saziyên dewletê pênewletî didome û hemû karmendê li saziyan ên nêzî AKP’ê ji siya hev jî ditirsin. Midûrê Polîtîkayên Civakî û Malbatî ya Amedê Halît Açar ê ku nêzî AKP’ê tê nasîn, ji bo “ewlehiya” xwe du xizmên xwe wek “Ewlekarê Taybet” girt kar û van her du xizmên xwe ewlekar ji bo parastina xwe wezîfedar kir.

Hat hînbûn ku ev her du ewlekar her tim bi Açar re diçin her deverê û parastina wî dikin.

(bg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN