Fêkiyên dawî yên Bostanê Bajar kom dikin
AMED (DÎHA) - 40 malbatên Sûrê yên tev li projeya Bostanê Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku li tenişta Çemê Dîcle çandibûn bûne, fekîyên xwe yên dawî kom kirin.
Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serokatiya Daîreya Hêzkirina Aboriya Herêmî û Meclîsa Ekolojiya Bajar a Amedê 4 meh berê projeya "Bostanên Bajar ên Amedê" xistibû merdiyetê. 40 balbatên Sûrê li ser vî Bostanê debara xwe dikirin. Di çarçoveya projeyê de 40 malbatên Sûrê li 300 dolim zevî çandinî kirin û fêkî çandin. 40 malbatên Sûrê ku li vir 4 meh berê fekî çandin fekîyên dawî kom dikin. Malbatên ku li van Bostanan fireng, bacan, îsot, fasulî, bamya, xiyar, zebex, petêx, kuncî çandin fekiyên dawî yên baxçeyên xwe kom kirin.
Berpirsiyara projeyê Fatma Esmer, diyar kir ku fekiyên ku di 7 rojan de firotin li derve firotin û wiha got: "Me berhem û fekiyên xwe li Peyas, Rezan bi giştî li 4 bazarên semtan firot. Malbatan debara xwe li ser van bostanan kir. Dîsa pêdiviyên xwe yên fêkî ji bostan temîn kir.
Fatma Ocal ku di bostan de xebitî û sûd ji Bostan girt, diyar kir ku wan gelek sûd ji vî bostanî girt û ji karê xwe gelek kêfxweş in. Ocal xwest her sal ev kar berdewam bike.
Hasan Ocal jî anî ziman ku piştgiriya şaredariyê gelek kêrî wan hat û bereketa wê zêde bû. Ocalan da zanîn ku li şûna biçin karê xelkê yên demsalî bikin di nava zeviyên xwe de bixebitin baştir e.
(mae)