Dibistana Ferzad Kemanger dest bi serdema nû kir
AMED (DÎHA) - Li Amedê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger dest bi serdema perwerdehiyê ya sala nû kir. Di destpêka perwerdehiyê de kelecana xwendekaran serdest bû.
Li navçeya Rezan a Amedê Dibistana Seretayî Ferzad Kemanger di 2014'an de bi kurdî ji zarokan re hat vekirin. Serdema nû ya perwerdehiyê 2016-2017'an bi kelecanek mezin dest pê kir. Dibistana Ferzad Kemanger ji bo serdema perwerdehiyê ya sala nû bi tevlîbûna gelek şagirtan destpêkir. Di saetên serê sibê de malbatan zarokên xwe anî dibistanê û li ber derî kom bûn. Di vekirina dibistanê de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parlementera Agirî ya HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, rêveberêb KURDÎ-DER, HDP, DBP, û malbatên zarokan amade bûn. Lê balkêş bû kêfxweşiya zarok û malbatan a ji bo destpêkirina perdehiyê di asta herî jor de bû û hin zarok jî bi devkenî li hev henek dikirin.
‘Em bêalternatîf nîn in’
Di merasîma vekirinê de Hevseroka KCD’ê Guven axivî û kêfxweşiya xwe ya ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî ya kurdî anî ziman. Guven bal kişand ser mamosteyên Egîtîm Senê yên ji kar hatin dûr xistin û got ku ew ne bêalternatîf in û dê perwerdehiya zimanê zikmakî bidin xwendekarên xwe. Guven bang li malbatan kir û wiha got: “Em dixwazin ku malbat bi zarokên xwe re kurdî biaxivin û kurdî bê li pêş xistin. Bila hemû malbat zarokên xwe bişînin van dibistanên me û wan li malê jî bi kurdî perwerde bike.”
Guven da zanîn ku navê Ferzan Kemanger navek girîng e û got ku ew ê van navan bidin parastin.
Piştî axaftina Guven, zingila dersan lê da û zarok bi rêzê derbasî dibistanên xwe bûn. Dê heta meha hezîrana 2017’an li dibistanê dersa bi zimanê kurdî û gelek dersên din bêdîtin.
238 xwendekar hene
Li dibistanê 50 xwendekarên 2 polên pêşdibistan, 60 xwendekerên pola yekemîn, 65 xwendekarên pola duyemîn, 63 xwendekarên pola sêyemîn hene. Bi tevahî 238 xwendekar li dibistanê ders dibînin û 18 mamoste jî dersê li vir didin.
Hat hînbûn ku hêj serlêdanên qeydê yên dibistanê didomin.
(ra-st/bg/mae)