DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Gelo çeteyan ji Rojava sewqî Tirkiyeyê dikin

 
26 Îlon
09:05 2016

AHMET KANBAL

HATAY (DÎHA)
- Hat zanîn ku leşkerên rêxistina Selefî yên ji Îdlibê derbasî sînorê Tirkiye dibin û li kampa Apaydin a Altinozu ya Hatayê bi cih dibin. Li vê kampê berê leşkerên ji artêşa Sûrî reviyabûn bi cih bûbûn. Hat diyar kirin ku ev kamp wekî barageha leşkerên Selefiyan tê bikar anîn.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li kampa AFAD'ê ya Serokwezîrtiyê ya Apaydina navçeya Altinozu ya Hatayê ku berê leşkerên ji artêşa Sûriyê reviya bûn lê diman; niha leşker û fermandarên Selefiyan lê bi cih bûne û wekî biryargeha leşkerî bikar tînin. Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku berê fermandarên girêdayî OSO û leşkerên rêxistina Selfefiyan a OSO bikar anîbûn. Kampa ku berê sivîl lê dijiyan, niha endamên rêxistina Selefî yên di ser Îdlîbê re derbasî Cerablus-Azez-Marê bûn bi cih bûne û wekî barageh bikar tînin. Endamên Selefî piştî kampa Atme niha jî kampa Apaydinê wekî barageh bikar tînin.

Li gorî agahiya rayedarekî kampê, hat diyar kirin ku berê gelek rayedarên leşkerî diman û di nava van rayedarên leşkerî de kesên ereb û welatên ewropa jî hebûn. Dîsa li herêma sivîlan jî leşkerên ji artêşa Sûrî reviya bûn bi cih bûbûn. Rayedar anî ziman ku malbatên endamên artêşa Sûrî jî li vê kampê bi cih bûbûn û wiha got: "Di demên dawî de muxalifên din hatin bi cih bûn. Kom bi kom bi şev li vir bi cih dikin. Hefteyê 2 caran diçim kampê. Her cara ku diçir rastî rûyên nû têm. Kesên nû tên çend rojan li vir bi cih dibin û piştre diçin herêmên din. Piştî TSK'ê li ser xeta Cerablus-Azez-Marê dest bi dagirkirina rojava kir endamên rêxistina Selefî hatin li vir bi cih bûn. Vê kampê wekî kesên ji şerê Sûrî direvin bikar tînin.


Di meha îlonê de tevkera çeteyan zêde bû

Ajansa me DÎHA di 7'ê Îlonê de nûçeya bi ser navê "Kampa Atme vegeriya barageha şer" diyar kiribû ku endamên El Nusra û Ahrar El Şam yên li Kampa Atme ya gundê Bukulmez ê Reyhanliya Hatayê dimînin bi Kordînasyona MÎT'ê ji hatayê derbasî Ezaz u Cerablusê dibin. Dîsa di nûçeya DÎHA ya 19'ê Îlonê de jî hatibû diyarkirin ku li qereqolên leşkeran ên li ser sînorê Efrînê çete tên bicih kirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN