DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

2 endamên Egîtîm Senê hatin girtin

25 Îlon
22:13 2016

SEMSUR (DÎHA) - Endamên Egîtîm Senê ya Kolika Semsûrê Ozgur Ertaş û Nihat Oztekin hatin girtin.

Li navçeya Kolikê ya Semsûrê 3 endamên Egîtîm Sen'ê yên hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin. Dozgeriyê mamoste Mesut Soysal serbest berda û Ozgur Ertaş û Niyat Oztekin jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî der barê Ertaş û Oztekin de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" biryara girtinê da. Heyetê mamoste Ertaş û Oztekîn şandin Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê.

Der barê endamê Egitim Senê Mehmet Teki Suzen de jî biryara girtinê dan.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN