DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Şîlan Yildirim a YPS-JIN'ê li gundê xwe hat definkirin

 
25 Îlon
21:43 2016



RIHA (DÎHA)
- Endama YPS-JINê Şîlan Yildirim a di 12'ê Îlonê de li Silopiya jiyane ji dest dabû, li gundê xwe yê Midêba Mezin a Pirsûsê hat definkirin.

Malbata endama YPS-JIN'ê Şilan Yildirim (Ronahî Amara) a di 12'ê Îlonê de li gunde Ribehiyê ya Navçeya Silopiya jiyane ji dest dabû, cenaze ji Silopiya wergirtin û bi karwanekê anîn navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Cenazeyê Yildirim li bajaroka Aligor a Pirsûsê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Cenaze, ji hela parlementerê HDP yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, hezaran civan û dayikan ve li ser milan hat pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinêde girsê pankarta wêneyê Rêberê PKK Abdullah Ocalan û weneyê Yildirim heye hat rakirin. Girseyê di pêşwazîkirinê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Şehid namirin", "Ey şehid xwina te erdê namîne" berz kirin. Girsê piştî cenaze pêwazî kir bi karwanek mezin derbasî gundê Midaba Biçûk bûn. Girse li vir ji maşîneyan daketin û darbesta Şilan Yildirim danîn ser milan û dirûşmeyên "Şehid namirin berz kirin. Girsê ji gundê Midaba Biçûk heta gundê Midaba Mezin darbesta Şîlan Yildirim li ser milê xwe kirin û bi qasî 500 metreyi meşiyan. Girsê piştre cenaze birin Goristana Midaba Mezin û piştî wecîbeyên olî cenazeyê Yildirim spartin axê. Girsê darbesta Şilan tevî ala PKKê spartin axê. Li ser gorê bavê Şilanê Yildirim Xelîl Yildirim diyar kir ku ew bi tekoşîna Şîlanê serbilid in û wiha got: "Şîlan ne Şilana min bû Şilana we hemuyan bû. Bi hatina we qedr û qîmeta Şilanê bêtir xuya bû.

Malbat dê sersaxiyê li Gundê Remîl ziyaretan qebûl bikin.

(mhy-mp/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN