Gefa 'Em dikarin her tiştî bi we bikin' li girtiyan xwarin

ÎZMÎR (DÎHA) - Midûrê duyemîn ê Girtîgeha Jinan a Şakranê bi gotina "Dê dor bê PKK'iyan jî. Em ê yekî ji we jî nedin jiyankirin êdî KHK hatin. Em dikarin her tiştî bi we bikin" gef li girtiyan xwarin.
Piştî hewldana darbeyê bi OHAL a hat îlankirin li girtîgehan binpêkirin her diçe zêdetir dibe. Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûne de (KHK) jî ji bo binpêkirinên nû zemîn tê avakirin. Seroka Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) a Îzmîrê parêzer Seda Tanrikulu ku di 20'ê îlonê de çû Girtîgeha Şakranê bi girtiyan re hevdîtin pêk anî, girtiyên ji doza DHKP-C'ê ji aliyê midûrê duyemîn ê girtîgehê ve bi gotina "Dê dor bê PKK'iyan jî, em ê yek ji we jî nedin jiyankirin. Êdî KHK hat. Tiştê ku dixwazin em ê bikin" gef li wan xwariye.
Tanrikulu anî ziman ku dîsa dema ku ji korîdora ku girtiyê PKK'î dimînin derbas dibin jî girtiyan bi gotina "dê dor bê we jî em ê we nedin jiyankirin" girtî tên tehdîdkirin gardiyanênj in girtiyan dixwazin texrîk bikin.
'Bi fermana dozgeriyê rojname qedexe kirine'
Tanrikulu destnîşan kir ku beşên T3 û T4 ên ku girtiyên zilam dimînin jî rewş xirabtir e, di qewûşên 10 kesan de 16-18 kes dimînin, bi hinceta KHK'an bi şev gelek caran lêgerîn tê kirin, bi fermana dozgeriyê rojnameyên azadiya Welat, Ozgurlukçu Demokrasî. Evrensel hatine qedexekirin. Tanrikulu anî ziman ku li T3 girtiyê bi navê Mahmut Yildiz ji ber ku di odeya wî de cimbiz hebûye cezaya hucreyê lê hatiye birîn, cezayên dîsîplînê yên kêfî derketine asta herî jor.
'Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
Tanrikulu destnîşan kir ku li T3 piranî girtiyên nexweş hene û wan dernaxînin revîrê, sewqên nexweşxaneyê jî nêzî 6 mehan tên taloqkirin, bi vî rengî jî tedawiyê girtiyan tê astengkirin.
Tanrikulu got ku Tirkiye derveyî hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî tevdigere, bang li Wezareta Dadê kir ku peywira xwe bi cih bîne.
(sa)