DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Artêşa Şoreşger: Em li dijî lîstikên Tirkiye bêdeng namînin

 
22 Îlon
09:44 2016

DÎLOK (DÎHA) - Berdevkê Artêşa Şoreşger Ahmed Hiso, diyar kir ku artêşa Tirk li ser sînor asê maye û nikare pêşde biçe. Hiso, da zanîn ku ew li hemberî van êrîş û dagirkeriya Tirkiye bêdeng namînin. Hiso, da zanîn ku Tirkiye li ser sînor lîstikên qirêj dilîze.

Tirkiye piştî hewldana darbeya leşkerî hemû tiştan ji bo xwe rewa dibîne. Piştî her tişt ji bo xwe rewa dît li tevahiya Tirkiye OHAL îlan kir, bi deh hezaran karker, karkernd ji peyvirê girtin, bi hezaran mirov girtin. Di 24'ê Tebaxê Tirkiye de jî sînor îşgal kirin û Cerablûs dagir kirin. Dîsa ji bo xeta navbera kantonên kurdan de venebe û hemû axa Rojava azad nebe axa Sûriye dagir kir. Dîsa êrîşên dagirkeriyê yên Tugayên El Nusra, Ehrar El-Şam, Nureddin Zengi û Sultan Murat Tevgera Dagirkeriya Şehba li ser sînor asê man. Medya hawiz û îktîdarê her dem sernavên "Pêngava Babê dest pê kir. 10 kilometre ma" davêje. Hat zanin ku DAÎŞ 5 gundên di destê TSK'ê de paşve kişand. Berdevkê Artêşa Şoreşger Ahmed Hiso, diyar kir ku ew nabin temaşekarê Tirkiye û dê helwesta xwe li hemberî Tirkiye nişan bidin.

Lîstikên Şahbayê

Hat zanîn ku koalîsyona TSK'ê gundên navbera Rai-Cerablus yên ser sînor ên wekî Sandi, Qalxim û Sekizler, Bahwarta dîsa tewrî DAÎŞ'ê kir. Hat zanîn ku ji ber ganîmetê şerê navxweyî jî heye. DYA, jî li gorî armanca û nasnameya rêxistinên li herêmê xwest têkeve Raî û li wir lêkolîn bike. Hat zanîn ku Tirkiye jî rêxistinên li herêmê li hemberî DYA'Yê sor dike. Hat zanîn ku Tirkiye rêxistinên wekî Fetih El-Şam û rêxistinên selefî wekî artêşa OSO didin naskirin.

QSD amadekariya rizgariyê dike

Hat diyarkirin ku dagirkeriya Tirkiye ya herême zêde di ber xwe nade û komên rêxistinên wekî OSO û girêdayî wê dê zêde di ber xwe nedin û mahkûmî DAÎŞ'ê bibin. Hat destnîşankirin ku DYA ne pêkan e bi vê artêşê têkeve Babê. Li aliyê din QSD amadekariya hamleya Babê dike û armanca dike xeta navbera Efrîn û Minbicê azad dike. Piştî Kantonên Kurdan bibin yek tirsa Tirkiye ku wekî kabûs dibîne dê bê serê wê. Hat zanîn ku hêzên QSD, YPG/YPJ li ser sînor li dijî êrîşên TSK'ê û rêxistinên din tedbîrên xwe girtine û dest bi amadekariyên pêşve biçin kirine.

'Em lîstikên qirêj yên Tirkiye temaşe nakin'

Berdevkê Artêşa Şoreşger (Ceyl El Suwar) Ahmed Hiso anî ziman ku tu amadekarî û aperasyonên Tirkiye yên li çeteyên li Babê tune û wiha got: "Tirkiye armanc dike ku dagirkeriya xwe ya li Sûriye û Rojava fireh bike. Lê em vê rewşa Tirkiye temaşe nakin. TSK li ser sînorê Rai li gundê Karagozê yê kurdan komkujî pêk anî. Tirkiye dixwaze vê rastiyê veşêre. Em vê yekê temaşe nakin. Tirkiye liser sînor lîstikên qirêj dilîze. Em li hemberî van lîstikên Tirkiye bêdeng namînin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN