DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dayikên Aştiyê: Guh bidin dengê Ocalan

 
22 Îlon
09:42 2016

ENQERE (DÎHA) - Dayikên Aştiyê yên xwestin li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ku xwestin daxwazên xwe bînin ziman lê rastî astengiya polîsan hatin xwestin tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û guh bidin peyama wî ya aştiyê.

Dayikên Aştiyê yên ku ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin Enqereyê xwestin li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî kom bibin û daxwazên xwe vebêjin. Lê li ber avahiya NY'ê rastî şîdeta polîsan hatin. Dayik ji DÎHA'yê re axivîn.

'Em ê parastinê bidomînin'

Erebê Yilmaz: Em ji Îzmîrê hatin, ji destê me çi tê em ê bikin. Em rêberê xwe dixwazin! Tecrîda li ser Rêberê me tê wateya tecrîda li ser gelê me. Ji ber vê jî em wekî jin û Dayikên Aştiyê dibêjin ku heta ku tecrîda li ser Rêberê me neyê rakirin em ê ji la qadan bin û rêberê xwe biparêzin.

'Divê guh bidin'

Muhbet Akbar: Êdî bila li ser vî axê xwîn nerije, êdî bes e, bes e, bes e! Em ji bo azadiya Serok ji Gimgimê hatin vê derê. Divê dewlet guh bide rêberê me. Abdullah Ocalan dibêje ku "Bila li ser vî axê her roj bi dehan ciwan dimirin, bila nemirin" Ma heyfa ciwanan nîne?, Heyfa dayikan nîne, bila dayîk negirîn. Ji bo vê yekê jî em dixwazin tecrîda li ser rêberê me bê rakirin.

'Em zilmê tu caran ji bîr nakin'

Kamîle Demîr: Em ji Tetwanê ji bo ku tecdîra li ser rêberê me bê rakirin û ji ber bêdengiya NY'ê nerazîbûnê Nîşan bidin hatin vê derê. Em ji bo rêber û gerîlayên xwe hatin. Em zilma tu tê kirin tu caran ji bîr nakin. Em ê di riya rêberê xwe, gerîlayê xwe de bimeşin, xwedê şahid e, em natirsin, bila di serî de Erdogan vê yekê fêm bike piştre jî rayedarên dewletê. Divê guh bidin gotinên aştiyê yê Rêberê me.

'Heke em biqîrin dê êşa me bigihîje cihanê'

Jiyan Fatma: Em ji Stenbolê hatin, Em beriya her tiştî dixwazin tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin û azad be. Em aştiyê dixwazin, azadiyê dixwazin, heta rêberê me azad nebe kurd azad nabin. Heke em dayik qîr bikin dê êşa me bigihîje cihanê. Dewletê em qetil kirin, palîs û leşkerên ku ferman dan li me zilm kirin. Ez 50 salî me û her tim giriya me. Dibe ku ez bigiriyê bimirim lê zarokên me dê azadiya Kurdistanê bibînin.


'Em ê li kolanan bin'

Hecî Menîce: Em li vî welatî dijminê tu kesan nînin. Çavê me di heqê kesekî de nîne. Lê divê dewlet jî ji heqê me destê xwe vekişîne. Em li hemberî tu kesan serî natewînin. Daxwazên me yên mafdar hene. Em axa xwe diparêzin. Heta rêberê me azad nebe em ê li kolan û qadan bin. Em azadiya rêberê xwe dixwazin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN