DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Onder: Em qeyûmên li dijî hiqûqê nas nakin

 
22 Îlon
09:40 2016

ÎDIR (DÎHA) - Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder, ku ji peywirê hat girtin û li şûna wê qeyûm hat dayînkirin, diyar kir ku ew qeyûmên li dijî hiqûqê nas nakin.

Îktîdara AKP'ê li dijî 24 şaredariyên DBP'ê qeyûm tayîn kir. Yek ji van şaredariyên DBP'ê yên qeyûm hat tayînkirin jî şaredariya Îdirê ye.Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder, ku ji peywirê hat girtin û li şûna wê qeyûm hat dayînkirin, diyar kir ku ew qeyûmên li dijî hiqûqê nas nakin. Wekîlê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emin Adiyaman jî anî ziman ku di hedefa faşîzma kesk a AKP'ê de kurd hene.

Hevşaredar Onder, da zanîn ku tayinkirina qeyûmê li dijî hiquq û qanûna bingehînû wiha got: "Darbeya 15'ê Tîrmehê hêj didomin. Li gorî qanûnên Komara Tirkiye kesek bi hilbijartinê bê ser kar, divê bi hilbijartinê jî ji kar bê girtin. Lê ev qanûn hatiye binpêkirin. Sala par di 12'ê Cotmehê de em hatin girtin û em ji peywirê hatin girtin. Piştî em ji peywirê hatin girtin dîsa ji bo em dest bi kar bikin me serî li Dadgeha Îdarî da. Dadgehê jî diyar kir ku ji bo hûn ji piywirê bên girtin tu hincet tune. Ji ber vê yekê nabe ku em wê disa bigirin kar. Lê em bi hinceta "Ev ji bo şaredariyê talûke ye" ji peywirê hatin girtin. Bi biryarên KHK'ê li şûna şaredar û endamên meclîsên şaredariyan qeyûm tên tayînkirin. KHK di meclîsê re derbas kirin. Ji xwe ji peywirgirtina me li dijî hiqûq û qanûnê ye. Tayînkirina qeyûman jî bi heman rengî ye. Divê partiyên din ên li meclîsê jî li dijî qeyûmê bertekên xwe bînin ziman. Divê helwesta xwe diyar bikin. Dibe ku îro pirsgirêka CHP û MHP'ê tune be. Lê sibê şer geş bibe dê dor bê wan jî. Karker û karmend ji heywirê tên girtin. Dixwazin bi darbeyê her kesî ji peywirê bigirin. Ev binpêkirina mafên mirovan û peymana mafên mirovan a navneteweyî ye. Ev darbe li diji demokrasiyê ye."

Hedef statuya kurdan e

Wekîlê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emin Adiyaman jî anî ziman ku hewldana darbeyê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de dest pê kir û wiha got: "Feraseta dewleta kemalîst û faşîzma kesk a AKP'ê kurdan dike hedef. Naxwazin kurd bibin xwedî statu. Di hedefa wan de kurd û dijberî statuya kurdan heye. AKP û Cemaeta Gulen bi salan li dijî azadiya kurdan bûn yek û şer kirin. AKP, FETO her dem li dijî kurdan bûn yek. Yên ji peyvirê tên girtin kurdin. Karmendên ji peywirê tên girtin kurdin. Kurd li Rojava bûn xwedî statu. Ji ber vê yekê naxwazin kurd bibin xwedî statu û nasname. Pirsgirêk ne tenê AKP ye. Pirsgirêk aqilê dewletê ye. AKP bi qeyûmê rewabûna xwe tune dike. " Adiyaman, da zanîn ku ew qeyûmê nas nakin u de li dijî vê bêhiqûqî û neheqiyê di ber xwe bidin. Bi tang û topan darbeyê dikin. AKP bi hilbijartinê hat. Niha dixwaze bibe dîktator. Bi alîkariya kobra, polis, tîmên taybet şaredariyan dagir dikin. AKP'ê rewatiya xwe winda kiriye.
Em dê bi çalakiyên cur be cûr bertek û nerazîbûnên xwe bînin ziman. Em bang li gelê xwe dikin ku li vîna xwe xwedî derkevin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN