Dixwazin xweseriya Sûrê bi qeyûman reş bikin
BÊRÎTAN ÎRLAN
AMED (DÎHA) - Li navçeya Sûrê ya Amedê di serdema îktîdara AKP'ê de 2 carin qeyûm tayînî Şaredariyê tê kirin. Carekê li dijî pir çand, ziman û baweriyan qeyûm hat dayînkirin, niha jî li dijî rêveberiya xweseriya demokratîk qeyûm tayîn kirin.
Şaredariya Sûrê di dîroka xwe de hertim rastî kayum, serokên wê rastî girtin û lêpirsînan hatine. Lê çima Sûr?
Sûr (Ameda kevin) dîroka wê qasî Berê Zayînê (BZ) 7500'an kevne. Derdorê wê bi Sûran hatiye pêçan, çavkaniyên wê Çemê Dîcle û Baxçeyên Hevselê ne. Heta niha bi dehan împaratoriyan desthilatdariya xwe lê daye meşandin û gelên wek kurd, asûrî, ermenî, yahudî, ereb lê jiyane. Şopên dîroka her gelekî xwe di kevirên Sûrê de hatine kolan. Şaredariya Amedê di demê Osmaniyan de 1865'an de (Diyarbakır Şehremaneti) hat avakirin. Heta 1994'an îdareya navçeya Sûrê girêdayî Şaredariya Mezin a Amedê bû. Di 1994'an de Şaredariya Sûrê serbixwe bû. Di hilbijartinên 27'ê adara 1994'an de ji Partiya Refahê Cemal Toptanci ji sedê 43.645 deng bû serokê şaredariyê.
Di hilbijartinên 18'ê nîsana 1999'an ji HADEP'ê Cezayîr Serîn ji sedan 69.412 dengan girt û bû serokê Şaredariya Sûrê. Di hilbijartinên 28'ê adara 2004'an de Abdullah Demîrbaş ji sedî 56.630 dengan girt û bû serokê Şaredariya Sûrê.
Hewildana şaredariyê ya gel fêmkirin
Di bin serokatiya Abdullah Demîrbaş de Şaredariya Sûrê gelek xebatên civakî pêşve birin. Ji ber ku buçeya Sûrê kêmbû, rê û av ji aliyê saziyên dewletê ve dihatin kirin û hêza projeyên pir mezin nebû, şaredariyê giranî da xebatên çandî û dîrokî. Şaredariyê cara yekem malên alîkariyê dan avakirin. Perwerde da jin û zarokan. Biruşurên bi 7 zimanî derxist û xizmet bi 7 zimanî da. Şaredariya Sûrê li dîrok û çanda gelê kêm ên ji aliyê dewletê ve hatîn çewisandin kola û gel perwerde kir.
Xwesta dîrok û ziman xwedîderketinê bi kayumê bersiv
Dewleta ku ji dîroka rengîn a Sûrê tirsiya bi hinceta "Şaredaritiya pirzimanî dikin" Abdullah Demîrbaş di 2007'an de ji kar avêt û xist girtîgehê û Alîkarê Waliyê Amedê Ahmet Aydin wek kayum avêt Şaredariya Sûrê. Lê gelê Sûrê kayum naznekir, pirsgirêk û pêwîstiyên xwe li DTP'ê tanîn ziman. Gel DTP wek şaredarî dixebitan, endamên şaredariyê jî pêwîstiyên gel li avahiya DTP'ê guhdar dikirin û li Şaredariya Sûrê çareser dikirin.
Lê dîsan gel pirzimanî xwest
Hîn du meh mayî ji hilbijartinan re vê carê jî kayum dewrî Qayemqamê Sûrê Erdogan Aydin kirin. Piştî 2 mehan dîsan hilbijartinên şaredariyê pêkhatin. Di hilbijartinên 29'ê adara 1999'an de dîsan Abullah Demîbaş ji sedan 65 deng girt û bû serokê şaredariyê.
Dibarekirna kayumê
Di hilbijartinên 30'ê adara 2014'an de ji DBP'ê Seyît Narîn ji sedan 55 deng girt û bû serokê Şaredariya Sûrê. Di 2'ê kanuna 2015'an de piştî êrîşên dewletê gelê kurd biryara rêvebirina xweser da. Hevserokên Sûrê jî daxuyandin ku ew dixwazin xwe bi xwe rêvebibin. Lê dîsan wek xwesteka zimanê kurdî xwesteka wan jî rastî girtin û ji kar avêtinê hat. Hevserokên Şaredariya Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barût di 23'ê tebaxa 2015'an de hatin girtin û di 26'ê tebaxa 2015'an ji kar hatin avêtin. Piştî avêtina ji kar, ji meclîsa şaredariyê Azîze Deger Kutlu wek wekîla hevşaredaran hat hilbijartin.
Dê ruxandin hêsan bibe
Heman demê de qedexeya ku di 2'ê kanuna 2015'an de destpêkirî, piştî daxuyaniya Wezîrê Karê Hindir ê berê Efkan Ala ku di 9'ê adara 2016'an de got "şer bi dawî bûye" jî heta niha qedexe berdewam e. Di bin navê qedexeyê de ji adara 2016'an ve Sûr bi makîneyên kar tê ruxandin, dîroka wê tê tune kirin. Dewletê li gor xwe Sûrê dirûxîne, ne şaredariyan ne jî saziyên sivîl dixe nava Sûrê. Lê her çend bibe jî nedikarî li gor xwe ava bike ji ber plana îmarê ya şaredariyê bû. Lê dê çawan bikaribe dîroka Sûrê bê astegî birûxîne û li gor "mîmariya Osmanî û Selçûkî" çêbike. Şaredarî jêre asteng bû.
Kayuma bi çek û dagirkirin
Eger kayumê bavêje dê çareseriya tirkkirina û tunekirina dîroka Sûrê re bibîne. Di 11'ê îlonê de serokatiyê biryar da ku kayumê bavêjin Sûrê û di 19'ê îlonê bi fermî kayum avêtin Sûrê. Ev qasî 2 hefteye Şaredariya Sûrê bûye qereqol, li şuna pirsgirêk û pêwîstiyên gel bên çareserkirin polîs bi çekan li berderî û hindirê şaredariyê degir dikin. Vê carê dîsan Alîkarê Waliyê Amedê Bîlal Ozkan kayum hat avêtina Şaredariya Sûrê.
(mae)