DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dijberî îşkenceya li gerîlaya jin gilî kirin

 
22 Îlon
09:24 2016

MELTEM OKTAY

AMED (DÎHA)
- Şaxa ÎHD'ê ya Amedê der barê berpirsiyarên ku îşkenceya ku li gerîllaya jin a bi birîndarî hat girtin, kirin, li Dozgeriya Komarê ya Amedê glî kirin.

Li Tirkiye piştî OHAL hat îlankirin herî zêde binpêkirina mafan li Kurdistanê pêş ket. Herî zêde îşkence li Kurdistanê pêş ket. Polîsan li Geverê kurd li erdê dirêj kiribûn û gotibûn "Hûn dê hêza tirkan bibînin" û li kurdan îşkence kiribûn. Dîsa li Şirnexê Haci Lokman Bîrlîk qetil kirin û li erdê li pey panzêrê kaşkirin. Dîsa li Gimgimê gerîllaya YJA Starê Kevser Eltürk (Ekîn Van) tazî kiribûn û teşhîr kiribûn. Herî dawî Gerîllaya jin a YJA-Starê ya li Şemzînana Colemêrgê di şer de birîndarî hat girtin rastî îşkenceyê hatibû. Leşkerên ku li gerîllaya PKK'ê îşkence kirin di medyaya civakî de dîmenê wê parve kirin.

ÎHD'ê gilî kir

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Amedê li dijî vê dîmenê li Dozgeriya Komarê ya Amedê der barê vê dîmenê de gilî kir û xwest lêpirsîn bê kirin. ÎHD'ê xwest yên dîmen parve kirine wêne kişandine û îşkence kirine de lêpirsîn bê destpêkirin û doz bê vekirin.

Endamê Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz. Abdullah Zeytun, diyar kir ku piştî pêvajoya şer li Kurdistanê dest pê kir îşkence û binpêkirina mafan jî zêde bû û wiha got: "Di 40 salên şer de em gelek caran bûn şahidê îşkenceyê. Hêzên dewletê îşkenceya zalim li mirovan dike. Ji ber ku leşker û polîs nayên cezakirin van îşkenceyên xwe berdewam dikin. Ev nîşan dide ku Tirkiye li gorî pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî tev nagere. Dewlet her dem vê îşkenceyê bi destê polîs û leşkeran de berdide û wan ceza nake. Gerîlayek PKK’ê ya jin ji aliyê polîs û leşkeran ve rastî îşkenceyê tê. Rastî heqaretên herî giran tê. Li gorî qanûna ceza ya Tirk xala 94’an û li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropa sûcê mirovahiyê ye.
Divê yên ku ev îşkence kirine bi lezgîn bên darizandin û cezakirin.

Divê bêyî ku em glî bikin dozger lêpirsê veke û ceza bike. Divê dozger kesên wêne kişandine, îşkence kirine bi lezgîn ronî bike û ceza bike. "

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN