DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Parêzer Bilmez: Ocalan mifteya çareseriyê ye

 
22 Îlon
09:21 2016

YASİN KOBULAN / NECLA DEMİR

STENBOL (DÎHA) - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bilmez, pişti peyama "Ger ku dewlet amade be ez jî amade me" ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan re şand nirxand û got: "Divê dewlet destê birêz Ocalan ê dirêj kiriye li hewa nehêle. Ocalan mifteya çareseriyê ye."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 11'ê Îlonê de bi riya birayê xwe Mehmet Ocalan peyama "Me pêvajoya çareseriyê xira nekir. Ger ku dewlet samîmî û amade be, bila bê em di 6 mehan de çareser bikin" bi raya giştî re parve kir. Parêzerê Buroya Asrinê û paraêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bilmez, diyar kir ku divê dewlet destê Ocalan ê aştiyê li hewa nehêle.

Bîlmez, destnîşan kir ku tecrida li ser Ocalan didome, ne tenê astengkirina parêzeran e û wiha got: "Piştî heyeta Îmraliyê çû bi Ocalan re hevditin kir pêvajoyek hat destpêkirin. Ji 99'an heta niha tecrîda li ser Ocalan didome. Ji bo roja ewil a Ocalan çû Girava Îmraliyê tecrîdê jî dest pê kir. Li Îmraliyê pergal li gorî tecrîdê hatiye amadekirin. Divê berî her tiştî Ocalan ji İmraliyê derxin. Niha hemû hevdîtin di bin kontrola dewletê de pêk hatin. Îmralî bi tevahî di bin kontrola dewletê de ye. Ji 99'an heta niha tecrid heye û di bin kontrolê de ye. Li girtîgehên din parêzerên girtiyan kengî bixwazin dikarin biçin hevdîtina girtiyan. Lê li Îmraliyê ne wisa ye. Parêzer nikarin biçin hevditinan."

Tecrida Îmraliyê girêdayî pergala siyasî ye

Bilmez, destnîşan kir ku tecrîda li girtîgehên Tirkiye û Îmraliyê bi temamî tecrîd girêdayî siyaseta Tirkiye ye. Bi taybetî piştî darbeya 15'ê tîrmeh fikara me tevan pir zêde bû. Fermandarê Cendirmeyan ê Bûrsayê piştî darbeya 15'ê Tîrmehê wekî darbekar ji peyvirê hat girtin. Efserên girtîgeha Îmraliyê ji peyvirê hatin girtin û hatin girtin. Li gel hemû van geşedanan dewletê destûr neda agahî ji Birêz Ocalan bê girtin. Ji ber vê yekê fikara gel zêde bû.
Dozgerê Ceza yê Bûrsayê bi biryarekê hem temasa parêzer û malbata Birêz Ocalan hem jî ya 3 girtiyên din bi tevahî ji derve re qut kirin. Telefon û name jî hatin qedexe kirin. Hat astekê ku parêzer, siyasetmedar û rewşenbirên kurd ji bo vê tecrîdê bişkînin dest bi gireva birçîbûnê kirin."


'Piçekî fikar derbas bûn'

Bilmez, da zanîn ku piştî Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kir piçekî fikarên wan derbas bûn lê ew bi vê yekê nayên ser û wiha got: "Ev gavek erênî ye. Lê tenê ev ne bes e. Divê hevdîtin û diyalog daîmî be û şertên Birêz Ocalan bên başkirin. Tecrîd hêj bi dawî nebûye. Divê wekî ku "Tecrîd bi dawî bû" neyê fêmkirin. Hevdîtina tenê bi carekê ya bi Mehmet Ocalan re tecrîdê xelas neke. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê girtîgeh û şertên girtîgehê bên guhertin. Divê parêzer, malbat, wekîl û gelek beşên civakê karibin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Divê wekî hemû girtiyên Tirkiye birêz Ocalan jî wekî xwedî maf û hiqûq be.


Bilmez, destnîşan kir ku ger dewletê gav neavetiya dê çalakiyên greva birçîbûnê li her derê belav bûbûya û çalakî zêde bûbana. Bilmez, bilêv kir ku dewletê ev yek dît û ev neda pêş ça xwe û Mehmet Ocalan şandin îmraliyê.

Bilmez, destnîşan kir ku serlêdanên wan ên heyeta CPT û agahdarkirinên wan hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Me serî li dadgehên Ewropa da. Tecrîda li ser Ocalan bi tevahî girêdayî rewşa siyasî ya Tirkiye ye. Divê destê Ocalan ê aştiyê li hewa nehêlin. Ger ku tecrîda li ser Ocalan zêde dibe, şer jî zêde dibe. Ger ku tecrîd sist dibe aştî jî pêş dikeve. Divê ji bo pirsgirêka kurd bi riya siyaseta demokratîk bê çareserkirin divê qanalên aştîye û demokrasiyê bên vekirin. Divê rêyên hevditin û diyalogê bên vekirin. Ger ku pirsgirêka kurd bi riya aştî û diyalogê bê çareserkirin dê Tirkiye bi ser bikeve. Birêz Ocalan ji bo aştiyê amade ye. Divê destê Ocalan ê aştiyê li hewa neyê hiştin. Ger ku Tirkiye destê Ocalan ê aştiyê negire dê di cîhanê de bêtir bi tenê bimine. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan mifteya çareseriyê ye.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN