Silêmanê biçûk terkî mirinê kirin
AMED (DÎHA) - Silêman Koyun ê 3 salî ku felç derbas kir bi rojan de di dora MR'ê de ye û ji ber filmê wî nayê kişandin nayê dermankirin.
Li Amedê zarokê 3 salî Silêman Koyun, ji nişka ve ji ser hişê xwe çû û rakirin Nexweşxaneya Zarokan a Amedê. Lê li gel hefteyek e li nexweşxaneyê di dora MR'ê de ye û fîlmê wî nayê kişandin. Silêman Koyun ê roja cejnê nexweş ket, ji ber fîlmê wî nayê kişandin nayê dermankiriny. Dema malbata Silêman çûn Nexweşxaneya Nexweşiya Zarokan, doktoran got "Tiştekî wî tune" Li ser vê yekê malbatê Silêman anîn malê. Lê dîsa rewşa wî xera bû û di 18'ê ÎLonê de dîsa rakirin serwîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Zarokan a Amedê.
Bi rojan e di dora MR’ê de ye
Li ser daxwaza bijîşk bavê Silêman Osman Koyun kurê xwe bir MR'ê, lê rayedarên MR'ê bi hinceta “Zêde dor heye" hêj MR nekişandine. Silêman 8 rojin li benda MR'ê ye. Bav Osman Koyun, diyar kir ku wî bi dehan caran serî li rayedaran da û bi midûrê MR'ê re axivî, lê kesê bi navê Hamit bersîva "Vir taybet e. 8 rojan raweste. Tu raneweste 2 hezar TL bide û biçe nexweşxaneyên taybet bikişîne" Reşwa kurê min her ku diçe xera dibe. Di beşa MR de kesên bi navê Hamit, Songul û Ozgur hene. Ger ku tiştek bê serê kurê min berpirsiyar ew in."
Koyun, bang li wezîrên tenduristiyê jî kir û xwest vê rewşê bibînin.
(mae)