DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Xwendekarên Dibistana Dayika Uveyş li benda vekirinê ne

 
22 Îlon
09:16 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a Geverê ji ber qedexeya derketina kolanan zerar dît û hêj amadekariyên wê neqediya ne. Xwendekarên dibistanê bêsebr li benda vekirinê ne.

Di serdema perwerdehiya 2016-2017’an de dibistanên Tirkiye deriyên xwe li perwerdehiyê vekir. Lê li navçeya Geverê ya Colemêrgê Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş ku rastî êrîşa hêzên dewletê hat û zerar dît, hêj amadekariyên wê temam nebûne. Ji ber amadekari bi dawî nebû hêj dest bi xizmeta perwerhiyê nekiriye. Bi hezaran xwendekarên kurd ji ber tunebûna perwerdehiya zimanê dayikê mexdûr bûn û li benda vekirina Dibistana Dayika Uweyş in.

Li navçeya ku bi giştî 35 dibistan hebûn û piştî berxwedana reveberiya cewherî 11 dibistan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin hilweşandin, hêjmara xwendekaran jî ji 33 hezarî daket 26 hezarî. Gelek xwendekarên qeyda xwe çêkiribûn jî ji ber tunebûna perwerdehiya zimanê zikmakî a kurdî beşdarî dersên yekemîn ya sala perwerdehiya nû nebûn.

Dibistana kurdî gelek caran hat girtin

Hêzên dewletê piştî li navçeyê berxwedan pêk hat ji bo ku pileya koçberiyê zêdetir bikin raste rast dibistanan hedef girtin û Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a yekemîn dibistana perwerdehiya kurdî dida jî ji van êrîşan para xwe girt bû. Dibistan di sala 2014’an de ji aliyê KURDÎ-DER’ê hat vekirin û li taxa Esentepeyê bi nêzîkê 100 xwendekaran dest bi perwerdehiyê kir. Tîmên taybet gelek caran di ser dibistanê de girtin û mohr kirin. Ligel van astengiyan jî welatiyan bi berxwedanê dibistanê careke din li Parqa Apê Mûsa vekirin û piştre cihê dibistanê birin taxa Nû.

Xwendekar li benda dibistanê ne!

Bi “qedexeya derketina kolanan” cihê dibistana kurdî ya kevn ku ji aliyê hêzên dewletê ve hat dagirkirin û bû qereqol. Ji ber şertên piştî qedexeyê jî amadehiyên dibistana kurdî ji bo sala perwerdehiya nû temam nebû û venebû. Gelek xwendekar hêj li benda vekirina dibistana xwe ne û gelek xwendekar jî hat zanîn ku serî li dibistanên dewletê nekirine. Malbatên xwendekarên dibistanê jî ji bo perwerdehiya zimanê dayîkê bi hêviya vekirina dibistana kurdî zarokên xwe nebirin dibistanên fermî.

(kom/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN