Protez ji lingê wî re nabe lê bijîşk bawer nakin
MÊRDÎN (DÎHA) - Welatî Arap Develî, ji ber nexweşiya KOAH'ê lingekî wî hatiye jêkirin. Proteza ji bo lingê Develî hat çêkirin, ji lingê wî re nabe. Lê rayedarên nexweşxaneyê dibêjin "Di kompîtirê de xuya dike ku tu dikarî bimeşî" paşde dişînin.
Welatiyê 65 salî Arap Develî li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê dijî. 3 sal berê ji ber nexweşiya KOAH'ê lingekî wî hat jêkirin. Lingê Develî yê rastê ji çongê ve hatiye birîn û rapora wî ya sedê 80 astengdariyê heye. Piştî ku lingê Develî tê jêkirin jêre protez tê çêkirin lê protezê ku hatiye çêkirin nakeve cihê xwe. Her çiqas Develî çûbe Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê û hin nexweşxaneyên taybet ên Amed û Rihayê jî bijîşkan bêyî ku çareseriyekê bibînin bi wî halî Develî dişînin mala wî.
'Min li cem wan jî ceriband lê bawer nekirin'
Develî ku bi alîkariya hevjîna xwe dikare jiyana xwe ya rojane bijî diyar kir ku wî li cem bîjişkan jî protezê xwe ceribandiye lê neketiye cihê xwe û wiha axivî: "Protezê min nakeve lingê min ê jêkirî. Min li ber çavên bijîşkan jî ceriband lê dîsa jî ji min bawer nekirin. Li gel hemû serlêdanên min bîjîşkan ji min re got, 'Di kompîtirê xuya dike ku tu dimeşî' û ez paşde şandim."
'Bijîşk tenê pere difikirin'
Develî bi lêv kir ku ji ber ku lingê wî xwar hatiye birîn proteza dayîn wî jî nakeve lingê wî û dirêjî da axaftina xwe : "Bijîşk tenê perê xwe difikirin. Ji bo perê xwe her tiştî dikin. Bijîşk weke ku henekê xwe bi mirov bike. Ji min re dibêjin 'me perê xwe sitendiye heta 5 salan betal nabe' û em şandin malê."
'Hevjîna min bi zehmetî li min dinêre'
Develî da zanîn ku alîkariya astengdariyê ya didinê têra wî nake û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Hevsera min bi zehmetiyek mezin li min dinêre. Her wiha piştî lingê min hat jêkirin min nexweşiya dil jî derbas kir. Enfeksiyonê xwîna min girtiye. Ger dewletê kursiyê bi teker dabûya min da hepkî barê hevjîna min sivik bibe. Perê didin têra min nake."
'Ji bo em biçin kontrola nexweşxaneyê em pere deny dikin'
Hevjîna Develî, Şemê Develî jî anî ziman ku di şert û mercên giran de li hevserê xwe dinêre û wiha got: "Ji ber ku rewşa me ya aborî nebaşe ez nikarim hevserê xwe bibim kontrola nexweşxaneyê. Pereyên didin ji têra me nake. Dema wî dibin nexweşxaneyê em pere deyn dikin. Alîkariyek û kursiyek bi teker bidin dê barê me sivik bibe."
(kom/no/mae)