DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 22'Ê ÎLONÊ YA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

22 Îlon
09:03 2016


* Dayîkên Şemiyê ku hinek ji wan ji bo bigîhên zarokên xwe yên hatine windakirin, hin ji wan ji bo bigîhên hestiyên hevserên xwe. Temenên wan têra wê nekir ku hesap bipirsin. Berfo Kirbayir, Fatîme Taşkaya, Kîraz Şahîn, Şahsenem Cîhan, Kesrîye Demîr, Cevriye Altuntaş, Zeynep Guney, Ziynetî Turkoglu, Fincan Bilgin û Asiye Dogan. Ev dayîk agahiya wan ji aqûbeta xizmên xwe nebûn û jiyana xwe ji dest dane. (DOSYA 3)

* Li navçeya Sûrê ya Amedê di serdema îktîdara AKP'ê de 2 carin qeyûm tayînî Şaredariyê tê kirin. Carekê li dijî pir çand, ziman û baweriyan qeyûm hat dayînkirin, niha jî li dijî rêveberiya xweseriya demokratîk qeyûm tayîn kirin.

* Berdevkê Artêşa Şoreşger Ahmed Hiso, diyar kir ku artêşa Tirk li ser sînor asê maye û nikare pêşde biçe. Hiso, da zanîn ku ew li hemberî van êrîş û dagirkeriya Tirkiye bêdeng namînin. Hiso, da zanîn ku Tirkiye li ser sînor lîstikên qirêj dilîze.

* Meclîsa Tirkiyeyê dê di 1'ê Cotmehê de bi "Tezkereya şer" dest bi kar bike. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgel diyar kir ku ew ê tezkereyê red bikin û banga 'Helwesta xwe li ber çavan re debas bikin' li muxalefetê kir.

* Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder, ku ji peywirê hat girtin û li şûna wê qeyûm hat dayînkirin, diyar kir ku ew qeyûmên li dijî hiqûqê nas nakin.

* Li navçeya Sûrê piştî îlankirina "Qedexeya derketina kolanan" dest pê kir, hilweşandina malan û cihên dîrokê 300 rojin didome.

* Dayika Bayram Kaymaz ê 22 sal in girtî ye û ji Îmraliyê sirgûnî Edîrneyê hat kirin Medîne Kaymaz da zanîn ku heta Ocalan azad nebe dewlet jî azad nabe.

* Ocalan Şixo yê navê xwe ji paşnavê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girt, piştî şerê li Sûriye û Rojava koçî navçeya Xalfetî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, bû.

*Welatî Arap Develî, ji ber nexweşiya KOAH'ê lingekî wî hatiye jêkirin. Proteza ji bo lingê Develî hat çêkirin, ji lingê wî re nabe. Lê rayedarên nexweşxaneyê dibêjin "Di kompîtirê de xuya dike ku tu dikarî bimeşî" paşde dişînin.

* Bi armanca li derve bibin dengê girtiyên zindanan Înîsiyatifa Piştevaniya Girtiyan dest bi xebatan kirin. Berdevkê Înisiyatifê Mesut Çekin, diyar kir ku girtîgeh ne tenê pirsgirêka gitiyan pirsgirêka hemû civakê ye.

* Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a Geverê ji ber qedexeya derketina kolanan zerar dît û hêj amadekariyên wê neqediya ne. Xwendekarên dibistanê bêsebr li benda vekirinê ne.

* Silêman Koyun ê 3 salî ku felç derbas kir bi rojan de di dora MR'ê de ye û ji ber filmê wî nayê kişandin nayê dermankirin.

* Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bilmez, pişti peyama "Ger ku dewlet amade be ez jî amade me" ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan re şand nirxand û got: "Divê dewlet destê birêz Ocalan ê dirêj kiriye li hewa nehêle.

* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê der barê berpirsiyarên ku îşkenceya ku li gerîllaya jin a bi birîndarî hat girtin, kirin, gilî kirin.

* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji kar durxistina bi hezaran kedkarên perwerdehiyê wekî "yên ku bîat nakin ji dewletê tên tasfiyekirin" şîrove kir, pêşniyara afirandina modela alternatîf a perwerdehiyê li mamoste û malbatan kir.

* Dewlet dixwaze Navenda Çandê ya Mem û Zînê qeyûm tayîn bike û bigire.

* Dayikên Aştiyê yên xwestin li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ku xwestin daxwazên xwe bînin ziman lê rastî astengiya polîsan hatin xwestin tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û guh bidin peyama wî ya aştiyê.

*Dê yekemîn rûniştina doza Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret a bi hinceta, "endama rêxistinê ye" û "alîkarî daye rêxistinê" li Yekemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê were dîtin. (11.00)

* Doza têkîldarî Qatlîama Pirsûsê ku Midûrê Polîsan a Navçeyê jî bersûc e dê li Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Pirsûsê bê dîtin.

* Doza Serokê Giştî yê yê Basin-Îş'ê ya DÎSK'ê dê li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin, beriya dozê dê li ber edliyeyê daxuyanî bê dayîn.
(10.00) BI DÎMEN E

* Komek ciwanên ku leşkeriyê qebûl nakin dê li avahiya ÎHD'ê ya Îzmîrê redkariya xwe ya wijdanî aşkera bikin. (11.00)

* TAYD-DER û YAK-DER ên Îzmîrê dê biçin serdana Şaredariya Seferîhîsarê ya "destşaredarê" Şaredariya Sûrê ya qeyûm hate tayînkirin e. (12.00-18.00)

* ÎHD, OHD, TÎHV, binpêkirinên mafan, îşkence, nêzîkatiya xirab, pêkanînên nemirovî yên piştî OHAL'ê li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê dê bi raya giştî re parve bikin. (13.00) BI DÎMEN E

POLÎTÎKA

* Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel dê bi endamên MYK û hevşaredaran re dê li avahiya DBP'ê ya Amedê têkîldarî qeyûmên hatine tayînkirin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.00) BI DÎMEN E



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN