5 kes li Bûrsayê hatin girtin
BURSA (DİHA) - Li Bûrsayê ji 6 kesên hatin binçavkirin jê 5 kes hatin girtin.
Li Bûrsayê di serê sibê de rêveberên HDP'ê yê Yildirimê Huseyin Dogan, Cumali Çetîn, Îlkay Guneş, Îbrahim Ozmen, Sedat Karakaş û Ercan Eriş, hatin binçavkirin û sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozger jî piştî îfadeya 6 kesan girt bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê Ercan Eriş serbest berda û der barê 5 kesan de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê.
(mae)