DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hezaran Semsûrî dûrxistina mamosteyan şermezağr kir

 
21 Îlon
20:39 2016

SEMSÛR (DÎHA)- Hezaran welatiyên Semsûrê biryara dûrxistina mamosteyan û pêkanînên KHK'ê şermezar kir.

Bi hezaran welatî li gel endam û rêveberên Egîtîm Sen'ê ya Semsûrê li Parka Demokrasiyê kom bûn û biryara dûrxistina mamosteyan û pêkanînên KHK'ê şermezar kirin. Di çalakiyê de endam û rêveberên Egîtîm Sen, malbatên mamosteyan, rêveberên HDP, DBP û CHP'ê, rêxistinên saziyên elewî û saziyên civakî jî dinav de bi hezaran kes li Parka Demokrasiyê kom bûn. Girsê pankarta "Zext, sirgûn, îxrac û dûrxistina peyvirê dê qet nikaribe me ji têkoşînê dûr bixe" û dowîzên "Perwerde bê Egitim Sen nabe", "Ji ber min got bila zarok neyên kuştin ji peyvirê hatim girtin" û "Dest nede mamosteyên min" rakirin. Liser navê komê Hevseroka Egîtîm Senê Ayşegül Yucetaç daxuyanî xwend û diyar kir ku bi sirgûn, îxrac û peyvirgirtinê nikare wan ji têkoşîn û mafê wan dûr bixe. Yucetaş, anî ziman ku mafê 28 hezar mamosteyan ê parastinê ji destê wan girt û 11 mamoste ji peyvirê hatin dûrxistin. Yucetaş, anî ziman ku pêwiste perwerde bi zimanê zikmakî, demokratîk û azad bê dayîn."

Hezaran kes piştî rûniştina saetekê belav bûn.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN