DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Cenazeyê Yalçinê YPS'î hat teşîskirin

21 Îlon
19:01 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Cenazeyê Endamê YPS'ê Yakûp Yalçin (Ferhat) ê ku li Cizîrê di jêrzemîna duyemîn de hatî qetilkirin hat teşîskirin û malbatê cenazeyê zarokê xwe ji Silopiya wergirt.

Piştî mehan encama DNA'yê ya Endamê YPS'ê Yakûp Yalçin (Ferhat) ku di berxwedana rêveberiya cewherî de di jêrzemîna dûyemîn de hatibû qetilkirin aşkere bû û malbatê cenazeyê zarokê xwe ji navçeya Silopiya Şirnexê wergirt. Piştî kar û barên fermî yên li Dozgeriya Silopiya malbatê cenazeyê Yalçin ber bi gundê Kanî Spî yê navçeya Dutaxê ya Agiriyê bir.

Cenazeyê Yalçin dê sibe li gundê Kanî Spî were definkirin.

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN