Hevşaredarên Nisêbînê gel ziyaret kirin
MÊRDÎN (DÎHA) - Hevşaredara Nisêbînê ku bi tayînkirina keyiman vîna wan hat desteserkirin gelê navçeyê ziyaret kirin. Welatiyan eleqeyek zêde nîşanî ziyareta hevşaredaran da û diyar kirin ku ew ji bilî hevşardar Kok û Kaya tu kesê weke şaredar qebûl nakin.
Hevşaredarên Nisêbîna Mêrdînê Sara Kaya û Cengîz Kok, parlementerên HDP'ê yên Mêrdînê Alî Atalan û Gulser Yildirim û xebatkarên şaredariyê li navçeyê daketin kolanan. Hilbijêrên bajêr ligel tayîna qeyyûm jî ji bo bi gel re têkiliyên xwe qut nekin kolan bi kolan li taxên Dewrîm, 8 Adarê Aştiyê gel ziyaret kirin û pirsgirêkên wan guhdar kirin. Bi taybetî welatiyên ji taxên Kanîka, Elîka, Koçer û Şehîd Gelhat xaniyên wan ji hêla hêzên dewletê hatine hilweşandin û li van taxan bi kirê rûdinên hatin ziyaretkirin.
Welatiyên taxan eleqeyek zêde nîşanî hevşaredaran da û gotin ji bilî hevşaredar Kok û Kaya tu kesî weke şaredar qebûl nakin.
Hevşaredar Cengîz Kok jî anî ziman ku destdanîna ser şaredariyan wê tu carî nikare wan ji gelê wan qut bike û dê heta dawiyê bi gelê xwe re bin. Kok da zanîn ku ew dê her dem gelê xwe ziyaret bikin, pirsgirêkên wan gundar bikin û pêdiviyên wan bi cih bînin.
(kom/no/mae)