Endamê MYK'ê yê DBP'ê Aksoy hat girtin

21 Îlon
17:08
2016
AGIRÎ (DÎHA) - Parlamenterê berê yê HDP'a Agiriyê û endamê MYK'ê yê DBP'ê Halîl Aksoy hat girtin.
Parlamenterê berê yê HDP'a Agiriyê û endamê MYK'ê yê DBP'e Halîl Aksoy, dema ji bo sersaxiyê çû navçeya Dutaxa Agiriyê hat binçavkirin. Aksoy ji doza ku bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" dihat darizandin bi hinceta îhtimala ku bi reve heye der barê wî de biryara girtinê hat dayîn. Aksoy ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê.
(mb)