Serdozgeriyê ji bo îfadeyan gazî 8 parlamenterên HDP'ê kir
WAN (DÎHA) - Serdozgeriya Komarê yê Wanê ji bo îfadeyê bidin gazî 8 parlamenterên HDP'ê ku di nava wan de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî hene kir.
Serdozgeriya Komarê yê Wanê ji ber Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Parlamentera HDP'ê yê Stenbolê Pervîn Buldan, Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Lezgîn Botan, Adem Geverî, Bedîa Ozgokçe Ertan, Tugba Ozturk û Nadir Yildirim ji ber li bajar tevlî çalakiyan bûne gazî îfade dayînê kirin.
Hat zanîn ku axaftinên parlameteran ên ku di çalakiyan de kirine wekî hincet hat nîşandan û bi îdîayên ku "propagandaya rêxistinê kirine" û "Heqarek li Serokomar kirine" serdozgeriyê ji bo îfadedayîne gazî wan kirine.
(mb)