Daxwaznameyên îtirazê dan midûryeta perwerdehiyê ya Edeneyê
EDENE (DÎHA) - Kedkarên perwerdehiyê yên li Edeneyê ji kar hatin derxistin daxwaznameyên îtirazê yên amade kirîn radestî Midûryeta Perwerdehiyê ya Edeneyê kirin.
17 kedkarên perwerdehiyê yên li Edeneyê ji kar hatin derxistin bi armanca daxwaznameyên îtirazê yên amade kirîne radestî Midûryeta Perwerdehiye ya Edeneyê bikin li ber avahiya Walîtiya Edeneyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Serokê Egîtîm Sena Edeneyê Ahmet Karagoz ve hat xwendin. Karagoz xwest ku kedkarên ji kar hatine dûrxistin demildest karê wan radestî wan bê kirin.
Karagoz, anî ziman ku yên ku pişta xwe didin hiqûqa OHAL'ê û karên dijqanûnî pêk tînin dê hesabê li pêşberî hiqûqê bidin.
Piştî daxuyaniyê kedkarên perwedehiyê daxwaznameyên îtirazê yên amade kirîn radestî Midûryeta Perwerdehiye ya Edeeynê kirin.
(mb)