Akademîsyen dê sibe li ber YOK'ê bên gel hev

21 Îlon
14:59
2016
ENQERE (DÎHA) - Akademîsyenên li hemû zanîngehên Tirkiyeyê ji bo biryara KHK'ê ya avêtina kedkarên perwerdehiyê şermezar bikin dê sibe li ber YOK'ên bên gel hev.
Endamên Şaxa Egîtîm Sena Zanîngehê û gelek akademîsyen ji bo biryara KHK'ê ya avêtina kedkarên perwerdehiyê şermezar bikin dê sibe saet 13.00'an de li ber Saziya Perwerdehiyê ya Bilind (YOK) bên gel hev.
Akademîsyenên ku dê balê bikişînin ser ewlehiya kar dê bibêjin: "Bila neheqiya bêhiqûq û keyfî biçe em livirin." Her wiha akademîsyen daxwaza bidawî kirina bêmafiyê bikin û dê ji OYP'ê daxwaza sererastkirinan bikin.
(mb)