DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Derbarê Yuksekdag de doz hat vekirin - DEQEYA DAWÎ

 
21 Îlon
14:48 2016

ENQERE (DÎHA) - Derbarê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de, ji ber derbarê qetlîamê Cizîrê axaviye bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye" doz hat vekirin. Doz dê di 7'ê Mijdarê de bê dîtin. Di teblîgata ku ji Yuksekdag re hat şandin de ger tevlî dozê nebe biyara girtin û bi zorê anîna dadgehê hat dayîn.

Derbarê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de, ji ber derbarê qetlîamê Cizîrê axaviye bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye" doz hat vekirin. Hinceta dozê gotinên Yuksekdag ên derbarê qetlîama Cizîrê de ku di 1'emîn Kongreya Awarte ya Mersînê de kirine hat nîşandan.

Ji aliyê Dozgeriya Komara Mersînê derbarê Yuksekdag de lêpirsîn dabû destpêkirin, fezleke amade kiribû û piştî destnedanan parlamenteran hatibûn rakirin ji bo îfadeyê bang li Yuksekdag kiribû. Lê Yuksekdag ji ber ku biryar dabûn ku dê neçin û îfadeyan nedin, bi hinceta "propagandeya rêxistinê kiriye" dozgeriyê derbarê Yuksekdag de îdîaname amade kir. Îdîanameya ku hatiye amadekirin ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê ve hat qebûlkirin.

Di çarçoveya îdîanameya hatiye amadekirin de îro ji Yuksekdag re biryara mahkemê hat rêkirin. Di teblîgata hat şandin de hat xwetin ku ku ji ber Yuksekdag parlamentere divê tevlî doza ku dê 7'ê Mijdarê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bêdîtin bibe.

Her wiha di teblîgata ku ji Yuksekdag re hat şandin de ger tevlî dozê nebe biyara girtin û bi zorê anîna dadgehê hat dayîn û ev tişt hatin diyarkirin: "Ger bêyî hincetek we tunebe û hûn neyên rûniştina dozê di çarçoveya maddeya CMK 176/2 de dê we bi zorê bînin dozê û di çarçoveya maddeya CMK 98/3 de dê derbarê we de biryara girtinê bê dayîn."

(mb)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN