Gefa mirinê li siyasetmedarên kurd xwarin
COLEMÊRG (DÎHA) - Li Şemzînanê, li ser hesabê medyaya civakî "Gerdi Infaz timi" tê de Hevşaredara Şemzînanê Nahîde Yildiz, rêveberên HDP û DBP'ê jî heyî bi dehan kes bi mirinê hatin tehdîtkirin.
Li navçeya Şemzînana Colemêrgê li ser hesabê "Gerdi Infaztimi" siyasetmedarên kurd ên di nav de Hevşaredar Nahîde Yildiz, rêvebirê DBP û HDP'ê, aktivîstên KJA'yê û esnafên bajar jî hene bi gefa mirinê hatin tehdîtkirin. Li ser hesaba medyaya civakî gefên wekî "Kesên mîlîstiya PKK'ê dikin û navên wan li jêr dinivîsin dê di demek kurt de bên cizakirin", "Em hemû xiyanet û îxaneta van kesan dizanin. Bêsûc gelek kes dan kuştin em vê jî dizanin" û "Li Rûbarokê hezkiriyên PKK'ê bila werin ser hemdê xwe" hatin xwarin.
Gefên mirinê piştî di 14'ê Îlonê de Namzedê Parlementerê AKP'ê yê Colemêrgê yê rêza yekemîn Ahmet Budak ku sercerdevane hat kuştin hatin xwarin. Her wiha cerdevanên beşdarî cenazeyê Budak bûbûn di sûkê de hin esafên darabeyên xwe neanîbûn xwarê û siyasetmedarên kurd tehdît kiribûn.
Gerdî kî ne?
Gerdî navê eşîreke bajaroka Rûbarokê ya Şemzînanê ye û gelek kesên di vê eşîrê de bi salan e cerdevaniyê dikin. Cerdevanên vê eşîrê bi salan e di operasyonên leşkerî de cih digirin û hat îdîakirin ku ev hesab jî ji aliyê hin endamê vê eşîrê ve hatiye vekirin.
(kom/mae)