Ji bo hevdîtina jinan a Wanê bang
WAN (DÎHA) - Hevparên KJA'yê yên Wanê bang li her kesî kir ku tevlî hevdîtina wan a 24'ê Îlonê bibin.
Hevparên KJA'yê yên Wanê di çarçoveya kampanyaya "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" li avahiya DBP'ê der barê hatine gel hev a jinan a di 24'ê Îlonê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Koordînatora kampanyayê Serap Guvenç der barê hevdîtina jinan a ku Hevseroka Girtî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Berdevka KJA'yê Ayla Akat tevlî dibin û dê li Parka Aştiyê ya Musa Anter bê pêkanîn de agahî dan.
Guvenç, diyar kir ku ji bo hatina jinan a gel hev wan li taxan civîn pêkanîne û xebatên wan berdewam dikin. Guvenç, da zanîn ku di çarçoveya kamopanyayê de ji bo xebatên wan ên li bajarên xwerêveberî lê hatine îlankirin berfirehtir bibin dixebitin û wiha got: "Mîtînga di çarçoveya kampanyayê de dê saet di 11.00'an de destpê bike. Dê di mîtîngê de hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) derkevin ser dikê. Em hemû jinan vedixwînin mîtîngê."
(mb)