Karaca: Di hemû darbeyan de Egitim Sen kirin hedef

ENQERE (DÎHA) - Serokê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Kamuran Karaca, diyar kir ku di hemû darbeyan de sendîkaya wan bû hedef û wiha got: "AKP'ê piştî darbeya 15'ê tîrmehê de ji ber Egîtîm Sen li dijî polîtîkayên wan bû muxalif, sendikaya me kir hedef.
Heyeta ji wekîlên CHP'e pêk tê, navenda Egîtîm Sen'ê ziyaret kir û piştgirî da Egîtîm Sen'ê. Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kamuran Karaca heyet pêşwazî kir. Wekîlê CHP'ê Velî Agababa, Necati Yilmaz, Murat Emir û Şenal Sarihan Egîtîm Sen ziyaret kir.
Di ziyaretê de Serokê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Kamuran Karaca, diyar kir ku di hemû darbeyan de sendîkaya wan bû hedef û wiha got: "AKP'ê piştî darbeya 15'ê tîrmehê de ji ber Egîtîm Sen li dijî polîtîkayên wan bû muxalif, sendikaya me kir hedef.
Bi biryara KHK'ê 11 hezar û 301 mamoste ji peyvirê hatin girtin. 9 hezar û 800 mamoste endamên me ne."
Wekîlên CHP'ê jî anîn ziman ku ew li pişt Egîtîm Sen û mamosteyan in û dê piştgiriya xwe berdewam bikin.
(mae)