Kedkarên perwerdehiyê bi komî daxwaznameyên îtirazê dan

HATAY (DÎHA) - Kedkarên perwerdehiyê yên ku ji kar hatine derxistin li ber Midûryeta Perwerdehiya Neteweyî ya Îskenderûnê çalakiyek li darxistin û bi komî daxwaznameyên xwe yên îtirazê dan Midûryeta Perwerdehiya Neteweyî.
Bertekên li hemberî ji kardûrxistina 928 kedkarên perwerdehiyê yên li Hatayê berdewam dikin. Li Îskenderûnê 260 kedkar ji kar hartin dûrxistin, kedkarên ji bo vê yekê şermezar bikin hatin gel hev li ber Midûryeta Perwerdehiya Neteweyî ya Îskenderûnê çalakiyek li darxistin. Nûnerên partiyên siyasî, STK, endamên Egîtîm Senê ku 28 hezar kedkarên wan ji kar hatine derxistin û gelek kesan piştgirî dan kedkaran. Li ser navê Egîtîm Senê Serokê Şaxa Îskenderunê Mustafa Unsal daxuyanî da.
Unsal, diyar kir ku çalakiyên ku ji aliyê sendîkayan ve hatine kirin wekî sûc tên nîşandan û wiha got: "Operasyonên ku piştî darbeyê hatine destpêkirin vegeriyane nêçîra pirhevokan. Hikûmet ne bi darbekaran re bi mûxalîfan re têkoşînê dide meşandin. Piştî 15'ê Tîrmehê li hemberî mûhxalifan pêvajoya darbeyê hatiye destpêkirin. Emê bi her awayî têkoşîna xew bi domînin."
Piştî daxuyaniyê kedkarên perwerdehiyê yên ji kar hatine dûrxistin, çûn ber Midûryeta Perwerdeya Neteweyî ya Hatayê û bi komî daxwaznameyên xwe yên îtirazê dan.
(mb)