DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Heyeta HDP'ê bi Mesûd Barzanî re rûnişt

21 Îlon
13:02 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Heyeta HDP'ê ya bi pêşengiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahettîn Demîrtaş ji bo rêze hevdîtinan çûn Başûrê Kurdistanê bi Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî re civiya.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnews'ê heyeta HDP'ê ya di pêşengiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahettîn Demîrtaş de li Pîrmam a Hewlêrê bi Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî re civiya. Hat zanîn ku civîn di van seatan de jî berdewam dike. Hat diyarkirin ku dê di civînê de rewşa herêmê, rewşa Bakûr û Başûrê Kurdistanê were nîqaşkirin. Her wiha dê li ser têkiliyên herdu aliyan nîqaş werin meşandin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN