Qeyûmê hat tayînkirin îstifa kir
AGIRÎ (DÎHA) - Ayhan Topçî yê ku li şûna Endamê Meclîsa Şaredariya Bazidê Halîs Gultekîn ku girtiye, wekî qeyûm hat tayînkirin îstifa kir.
Li navçeya Bazîda Agiriyê ye Ayhan Tpoçî yê ku li şûna Endamê Meclîsa Şaredariya Bazidê Halîs Gultekîn û Îsa Karahan ku girtîne, wekî qeyûm hat tayînkirin îstifa kir. Topçî ku wekî esnaf li navçeyê kar dike û wekî qeyûm li şûna Halîs Gultekîn hatibû tayînkirin peywir qebûl nekir û daxwaznameya xwe ya îstifayê da şaredariyê.
(mb)