Hevşaredara Seravê hat binçavkirin
WAN (DÎHA) - Di operasyona qirkirina siyasî ya li Wanê de di nava wan de Hevşaredara Seravê Zîlan Aldatmaz jî heye 8 kesên hatin binçavkirin.
Hevşaredara Seravê Zîlan Aldatmaz serê sibehê dema bi wesayîta xwe diçû navçeyê di ketina navçeyê de ji aliyê polîsan ve hat hat rawestandin û hat binçavkirin. Her wiha di serdegirtina malan de jî xebatkarê şaredariyê Omer Kandeger, jî hat binçavkirin û bi Aldatmaz re anîn Mirdûryeta Polîsan. Hinceta binçav kirina Aldatmaz û Kandeger ne hat zanîn.
Li navçeya Qelqeliya Wanê jî di serdegirtinên malan ên serê sibê de 4 kes hatin binçavkirin. Endama Meclîsa Şaredariya Qelqeliyê Feyzî Keleş, rêverberê HDP'ê yê berê Mehmet Şîrîn Perçîn û xebatkarên şaredariyê Ferhat Koşelîoglu û Erhan Eryaşar ên hatin binçavkirin anîn Midûryeta Polîan a Wanê.
Her wiha li Westanê jî di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Abdulmenaf Badak û Ferdî Ayaza hatin binçavkirin û birin Midûryeta Polîsan.
(mb)