DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

DAÎŞ'ê 5 gund ji destê TSK'ê wergirt

21 Îlon
12:40 2016


KÎLÎS (DÎHA)
- DAIŞ'ê 5 gundên ku TSK'ê dagir kiribû dîsa ji destê TSK'ê wergirt.

TSK'ê piştî di 24'3e Tebaxê de Cerablus dagir kir, gundên li ser 98 kîlometre rêya Rai û Ezazê bi hevkariya DAÎŞ û tugayên El Nusra, Ehrar El Şam, Nureddin Zengi û Sultan Muratê dagir kiribûn. Xeyal kiribûn ku Bab'ê jî dagir bikin. Dema ku TSK'ê xwest Babê jî dagir bike DAÎŞ'ê dîsa dest bi êrîşan kir û 5 gundên di destê TSK'ê de ji destê wan paşve girt.

Medya Tirk ku her dem Bab wekî xewna TSK dît û manşetên "Pêngava Bab'ê dest pê kir", "Ji Bab'ê re 10 kilometre ma" derdixistin pêş. Lê rastiya qada şer her tişt berovajî kir. Hat zanîn ku endamên DAIŞ'ê yên seranserî xeta sînor bi piştgiriya tang, obus û lojîstika TSK'ê pêşve çûn û bi êrîşên hewayî yên teyareyên şer ên koalisyonê de pêş ketin, li dora Rai asê man û gelek winda dan. Di dagirkeriya TSK'ê de 5 tangên TSK'ê hatin rûxandin û 10 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan. Xewna TSK'ê ya Bab'ê ji ber qada şer lê bû kabûs. TSK ku îmaja xwe winda kir ji bo bibe xwedî îmaja nû dest bi dagirkeriyê kir, lê ji duh ve rastî êrîşên DAÎŞ'ê tên. DAIŞ'ê li sînorê navbera sînorê Raî û Cerablusdê yên wekî Sandî, Qalxim û Sekizler, Gidrîş û Bahwarta ji destê TSK'ê girt. Hat zanîn ku niha çeteyên DAÎŞ'ê ji aliyê balafirên şer ên koalisyonê û yekîneyên TSK'ê ve tê bombekirin.

Çavkaniya ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku ger balafirên şer tune be DAİŞ dikare di nava saetekê de hemû gund û Cerablusê tevan paşve bigire.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN