Kaya: Em ê şaredariyên xwe teslîmî mêtingeran nekin
WAN (DÎHA) - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya di civîna ku qeyûmên ji şaredariyên Qelqelî, Artemêt û Rêya Armûşê re hatine tayînkirin jî tevlîbûn de axivî û diyar kir ku gelê ji bo van destkeftiyan bi dest bixin canê xwe dane dê şaredariyên xwe teslîmî mêtingeran nekin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya di civîna meha Îlonê ya Meclisa Şaredariyê de axivî û diyar kir ku şaredariyên li Kurdistanê bi qiqûqa mêtingeriyê hatine xespkirin. Kaya, di civîna ku qeyûmên ji şaredariyên Qelqelî, Artemêt û Rêya Armûşê hatine tayînkirin jî tevlîbûn de da zanîn ku ew ê qeyûmên ku li şûna hevşaredarên wan hatine tayînkirin nasnekin û tu qîmetê wan di nava gel de tune ye.
Kaya, bi lêv kir ku şaredariyên DBP'ê yên hatine desteserkirin bi wesayîtên zirxî hatine dorpêçkirin, gel nagirin şaredariyan û wiha got: "Desteserkirina şaredariya Colemêrgê bi sirûda mehter wekî îşkalkirinê wêneyên wê hat parvekirin. Bila nehizirin ku dê ev dewran her wiha bizivire, dê ba her berbi wan ve ne çe. Me Mehmet Agar ku mamosteyê wana bû û Tansu Çîller jî dît. Kesên ku dihizirin gelê me bi zextan biçewisînin xwe dixapînin. Gelê me çawa di salên borî de zile li rûyê Çîller û Agar dan dê wê zileyê li rûyê we jî bidin."
Kaya, anî ziman ku nelirêtiyan AKP'ê yên dema Şaredariya Bajar a Mezin di destê wan de bû ji aliyê mufetîşan ve hatibû lêkolînkirin û derxistibûn holê û wiha pêde çû: "Di raporên ku derketîn de ji bo nelirêtiyên şaredariyên wan neyên dîtin hikûmetê ev nelirêtî veşartin. Zîhneta ku demekê di got; 'Ji bo Şaredariya Wanê ji Qendîlê pere tê şandin' hina jî dibêje; 'Pereyan dişîne Qendîle.' Ger hûnê derewekê bikin xwe bikin yek û biryar bidin dê kîjan derewê bêjin. Ez bang li zîhniyeta ku dibêje pere ji rêxistinê re dişînin dikim, hûn çima ji mûfetîşên ku we şandine napirsin ka ev pere ji bo çi hatiye xerçkirin. Ev ji mûfetîşên xwe jî bawer nakin ji ber ger bawer bikin dê derewên wan derkevin holê. ger gelê me qirûşek teslîmi me kiribe ew ji bo me li ser her tiştî re ye. Em ji xwe bawerin, serê me bilind û wijdana me rihete em derdikevin nava gel. Lê hinek mehkûmî diwarên beton û wesayîtên zirxî ne. Dê rûyê wan ê derketina nava gel bîne nemîne."
Kaya, da xuyakirin ku ew hemû hatin û çûnên şardariyê bi raya giştî re parve dikin û wiha domand: "Li gorî hesabên me yên 2015'an ji Banqeya Îller 349 milyon 80 hezar TL ji me re hatiye. 27 milyon hatine me ya xwesere û me 23 milyon 300 hezar TL qirêdî kişaye. Di sala 2015'an de nêzî 405 milyon TL dahata ne çêbûye. Me jî vî pereyî 85 milyon daye xebatkaran û 354 milyon TL jî me ji bo xizmet û veberhênan bi kar aniye. Ev butçeyên me di destê mufetîşê Sayiştay de heye."
Kaya, destnîşna kir ku siyasetmedarên derewker di nava gelê kurd de tu qîmeta wan tune ye û wiha axivî: "Ev derew dibin sedema nexweşiyên ruh. Yan bêjin; 'rêxistin ji wan re pereyan dişînin' yan jî bêjin; 'Ew pereyan ji rêxistinê re dişînin' ji vana yekê hilbijêrin. Li vî bajarî her kes dizane ku kî piştriyê dide terorê. Her kes baş dizane ku kîjan şaredarî bi kîjan rêxistinên terorê re di nava têkiliyan de ne. Herin û li şaredariyên xwe binêrin ka çawa alîkariyê didin DAIŞ'ê. Ger hûnê bi FETO'yan re eleqeyê çêbikin, biçin li salên 2004-2009 binêrin ka Şaredariya Wanê çîqas erazî dane FETO. Lê em dizanin ne exlaqê we ne jî qerekterê we heye ku hûn bikarin vana lêkolîn bikin."
(mb)