19 mamoste û zaroka 10 rojî binçavkirin
21 Îlon
11:43
2016
AMED (DÎHA) - Li Amedê 19 mamosteyên ji peyvirê hatin girtin di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Mamosteya 10 roj berê zaroka wê çêbû jî li gel zaroka 10 rojî binçavkirin.
Yekîneyên polîsan serê sibê li Amedê bi ser malên 25 mamosteyan de girt. Polîsan di serdegirtina malên endamên Egîtîm Sendê de 19 mamosteyên ji peyvirê hatibûn girtin binçav kirin. Di serdegirtina malan de 6 mamoste jî ne li malên xwe bûn.
Polîsan mamosteya ku 10 roj berê zaroka wê çêbû Songul Kartal jî binçav kirin. Kartal li gel zaroka xwe ya 10 rojî li midûriyeta polîsan di bin çavan de ye.
(mae)