Serokê Baroya Sêrtê ji Cemaetê binçav kirin
SÊRT (DÎHA) - Serokê baroya Sêrtê Mehmet Cemal Acar jî di navde 10 kes bi îdiaya endamên Cemaeta Gulenin hatin binçavkirin.
Piştî hewldana darbeyê li dijî endamên Cemaeta Gulenê operasyon didomin. Di çarçoveya opersyonên Cemaeta Gulen de Serokê Baroya Sêrtê Mehmet Cemal Acar jî di navde 10 kes bi fermana Dozgerê Komarê yê Sêrtê hatin binçavkirin.
Polîsan bi ser mal û buroya Serokê Baroyê Acar de girt û ew biçav kirin. 10 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.
(mae)