Daxwaza parêzerên Ocalan bi hinceta OHAL'ê hat redkirin

STENBOL (DÎHA) - Daxwaza parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di hevdîtina bi birayê xwe Mehmet Ocalan de peyama "ger dewlet amade be em dikarin pirsgirêkê di 6 mehan de çareser bikin" da, bi hinceta OHAL'ê carek din hat redkirin.
Piştî Mehemet Ocalan bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re di 11'ê Îlonê de hevdîtin pêk anî, parêzeran Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin lê serlêdana wan carekdin hat redkirin.
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina heftane bi muwekîlê xwe re pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan lê serlêdana wan ji aliyê 1'emîn Dadgeriya Cezayê Înfazê ya Bursayê ve bi hinceta OHAL'ê hat redkirin. Hat diyarkirin ku parêzerên Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin dê sibe carekdin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê bidin.
Mehmet Ocalan di 12'ê Îlonê de hevdîtina xwe ya bi Ocalan re bi raya giştî re parve kir diyar kiribû ku ev du sal in ew nikarin mafê xwe yê qanûnî bikar bînin û ev tişt ragihandibû: "Ev mafê me ji aliyê dewletê ve hatibû xespkirin. Ger ev dewlet, dewleta qanûn û demokrasiyê ye divê ev mafê me bi daba me. Dewletê Serok Ocalan bi Gireva Îmraliyê û diviya bû destûr bidana me ku em hevdîtinan pêk bînin. Ev 2 salin malbat û ev 5 salin parêzer nikarin hevdîtinan pêk bînin. Mafê xwe yê hiqûqî nikare bikar bîne. Mafê parêzeran ji aliyê dewletê ve hatiye binpêkirin. Cihê Ocalan ji bo gelê kurd û Rojhilata Navîn gelek girînge."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi riya birayê xwe Mehmet Ocalan di peyama ku ji raya giştî re şandibû wiha gotibû: "Pêvajoya çareseriyê ne ji aliyê me ve hat xirakirin. Gelek projeyên min hene, ger dewlet samîmî bûya dê ev pirsgirêk hatiba çareserkirin. Ger dewlet amade be dê ev pirsgirêk di nava 6 mehan de bê çareserkirin." Li ser peyama Ocalan greva birçîbûnê ya ji aliyê 50 siyasetmedaran ve li Amedê hatibû destpêkirin di roja 8'emîn de bi dawî bû.
(mb)